Li sînora Lubnanê teqîn: Îşxalkerek mir, 20 birîndar
Li herêma Pêçîya Celîl a nêzê sînora Lubnanê teqînek pêk hat, li gorî diyarîyên ewil di encama teqînê de çeteyek îşxalker mir, 20 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku rewşa hinek birîndaran giran in.
Çapemenîya îşxalê ragihand ku teqîn dibe ku ji ber bombeya mîsketê ya ku ji alîyê herêma herbê ve hatibe avêtin pêk hatibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker di serdegirtina gundê Breyka yê berê li gundewarê Quneytrayê yê Sûrîyeyê de ciwanek revand û ew bir Bilindahiyên Golanê yên ku di bin dagirkeriyê de ne.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yahya Serî ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Xalid li Riyadê bi mûşekek balîstîk û Baregeha Hewayî ya Xemîs Muşît jî bi droneyekê hatiye hedefgirtin.
Li herêma Pencap a Pakistanê trên ji rêya xwe ya hesinî derket, di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.