Li peravên Vanuatuyê erdhejek bi pileya 7.2 çêbû
Erdhejeke bi pileya 7.2 li peravên Vanuatu, welatekî giravî li Başûrê Pasîfîkê, hejand. Derbarê qurbanî, zirar an jî metirsiya tsûnamiyê de hîn ti agahî nehatiye piştrastkirin.
Vanuatu, ku li ser Xeleka Agir a Pasîfîkê ye, bi erdhejeke bihêz hejiya.
Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Emrîkayê (USGS), navenda erdhejê li peravên deryayê, bi qasî 200 kîlometreyan li rojavayê bajarokê Sola yê welat bû.
Raportên destpêkê agahî li ser ziyan an qurbaniyên muhtemel ên ji ber erdhejê nedan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bo şermezarkirina êrîş û îxlalkirinên dagirkeriya sîyonîst li başûrê Sûrîyeyê li gelek herêman xwepêşandan hatin lidarxistin.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam Ebû Ubeyde, baskê leşkerî yê tevgera berxwedana Îslamî Hamas, çalakiya çekdarî ya li El Xelîlê Şerîaya Rojava pîroz kir û bang li Filistîniyan kir ku li dijî dagirkeriyê întîfadayê bidin destpêkirin.
Piştî tundûtûjî û talankirina ku di xwepêşandanên 17ê Cotmehê yên " Êlegên Bi Zer" de li Fransayê qewimîn, tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. Tevî qedexekirina xwepêşandanan jî, 70.000 polês û cenderme ew ê ji bo xwepêşandanên ku tê texmînkirin di 24ê Cotmehê de pêk werin werin belavkirin.