Li Sûdanê bi ÎHAyê êrîş li bazarekî hat kirin: 100 kuştî
Li Nyala, paytexta wîlayeta Darfûra Başûr a li başûrê rojavayê Sûdanê, di êrîşeke bi dronê de li ser bazarekê zêdetirî 100 kes hatin kuştin û 113 kes birîndar bûn.
Parêzerên Emergency, rêxistineke mafên mirovan e ku tundûtûjiya li welat dişopîne, di daxuyaniyekê de got ku êrîş êvara Duşemê pêk hatiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beşek girîng ji kesên ku hatine kuştin û birîndar bûne jin û zarok in. Rêxistinê, artêşa Sûdanê berpirsyar dibîne û êrîş şermezar dike û daxwaza lêpirsînek serbixwe dike.
Rêxistinê diyar kir ku êrîşê bazarek ku sivîl lê kirrîn dikirin veguherandiye cihekî ku gelek mirin û birîndarî lê çêbûne, û rewşa jixwe dijwar a ku nifûsa herêmî ji ber şerê berdewam pê re rû bi rû maye, hîn xirabtir kiriye.
Rêxistina Doxtorên Bêsînor (MSF) berê diyar kiribû ku 36 cenaze anîne yek ji nexweşxaneyên wan ên li Nyala û 150 birîndar jî li beşa lezgîn têne dermankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Alî Falih Zeydî, peymana 69 şêwirmendên ku li ofîsa serokwezîriyê kar dikirin hatine fesihkirin.
Li Toledo ya Spanyayê, ji ber lihevketina du trênên bilez 46 kes mirin û 150 kes jî birîndar bûn. Ji ber qezayê, seferên trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de hatin sekinandin.
Sebeba dengê teqîna ku li Bexdayê hat bihîstin hat tespîtkirin, li nêzê Herêma Kesk a Bexdayê ÎHAyek hat xistin xwarê.