Serokwezîrê Iraqê peymana 69 Şêwirmendên xwe fesih kir
Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Alî Falih Zeydî, peymana 69 şêwirmendên ku li ofîsa serokwezîriyê kar dikirin hatine fesihkirin.
Di biryara fermî ya ku di 22yê Cotmehê de ji aliyê Alîkarê Rêveberê Ofîsa Serokwezîriyê Alî Lamî ve hat weşandin de, hat diyarkirin ku karên îbrakirina van şêwirmendan a derbarê xercên dewletê de nehatiye kirin.
Serokwezîr Zeydî di daxuyaniya xwe ya 16ê Cotmehê de ragihandibû ku çar alîkarên serokwezîr hatine diyarkirin û bi hinceta ku êdî hewce ji wan re tineye, wî daxuyandibû ku ew ê 72 şêwirmendan ji kar dûr bixe.
Li gorî yasaya Encûmena Wezîran a Iraqê, mûçeyê bingehîn û xercên şêwirmendekî bi tevahî mehane digihîje 5 mîlyon û 550 hezar dînarî (nêzîkî 4 hezar û 200 dolar). Tê çaverêkirin ku bi betalkirina van peymanan re, di budçeyê de tesarûfeke girîng çêbibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Nyala, paytexta wîlayeta Darfûra Başûr a li başûrê rojavayê Sûdanê, di êrîşeke bi dronê de li ser bazarekê zêdetirî 100 kes hatin kuştin û 113 kes birîndar bûn.
Li Toledo ya Spanyayê, ji ber lihevketina du trênên bilez 46 kes mirin û 150 kes jî birîndar bûn. Ji ber qezayê, seferên trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de hatin sekinandin.
Sebeba dengê teqîna ku li Bexdayê hat bihîstin hat tespîtkirin, li nêzê Herêma Kesk a Bexdayê ÎHAyek hat xistin xwarê.