Li Spanyayê ji ber qutbûna ceryanê rewşa awarte hat îlankirin

Piştî qutbûna ceryanê ya ku li giştîyê Spanya û Portekîzê tesîrdar bû, Wezareta Karên Hindir yê Spanyayê Rewşa Awarte îlan kir. Li welat di warê çûnûhatin, ragihanî û xizmetên tenduristîyê de pirsgirêkên ciddî tên jîyandin, li bajarên mezin wek Madrîd û Barcelonayê seferên metro û trênê sekinîn.
Operastorê ceryana Spanyayê Red Electrica Espanola (REE), rast kir ku li giştîyê welat qutbûna ceryanê heye, ji bo ji nû ve temînkirina ceryanê xebat tên kirin. Niha li hinek herêmên Spanyayê ceryan tê dayîn.
Sedema zelal a qutbûna ceryanê nayê zanîn lê tê îddîakirin û li ser van îddîayan tê sekinandin ku ceryan ji ber nerehetîya voltajê an jî ji ber sedemeke şewatê ya li Fransayê dibe ku xetên ku ceryana zêde tê de ye zerarê dîtîbin. Rayedaran îfade kirin ku ew êrîşa sîberî jî lêkolîn dikin. Hikûmeta Spanyayê tehqîqatê da destpêkirin. Li kolanên Madrîdê tedbîrên ewlehîyê hatin zêdekirin.
Li Portekîzê jî bêceryanîyekî mezin tê jîyandin, metroya Lîzbonê jî hat girtin û seferên balafiran jî tesîrdar bûn. Rayedarên Portekîzî jî bal li ser nerehetîya şebekeyê li giştîyê Ewrûpayê kişandin.
Wezareta Tenduristîya Spanyayê, daxuyand ku nexweşxaneyan dest bi xizmetên alîkarîyê jî kirine. Karên tibbî yên ku ne acîlin jî hatin taloqkirin.
Di daxuyanîya herî dawîn a ku ji teref Red Electricayê ve hat belavkirin de hat îfadekirin dibe ku rewşa normalî dibe ku çend roj paşê be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Ensarullah, Mihemed el-Buhayti, tekez kir ku operasyonên leşkerî yên Ensarullah li Behra Sor berdewam dikin û got ku ev operasyon ji êrîşên Emrîkayê tesîrdar nabin.
Artêşa rejîma sîyonîst (ÎDF) cara yekem li Xezzeyê, li dijî sivîlan dest bi bikaranîna mûşeka xwemalî ya bi navê "Bar" kir.
Li wîlayeta Liaoning a Çînê, di şewateke li xwaringehekê de 22 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Sedema agir hêna jî nehatiye zanîn, lê lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Ron Dermer, ku qaşo Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê çeteya îşxalker e, ragihand ku qirkirina li ser Xezzeyê wê salek din jî bidome.