Li Xezzeyê êrîş û şert û mercên dijwar ên zivistanê: 9 şehîd
Her çiqas îxlalkirinên peymana agirbestê li Şerîda Xezzeyê berdewam dikin jî, gelek kes ji ber hilweşîna girên qûm û ax li ser konên ku Filistîniyên koçber lê bûn li Dêr el-Belah hatin kuştin û birîndar bûn.
Li Dêr el-Belah, piştî barana dawî, li deverên ku Filistîniyên koçber lê di konan de asê mabûn, qûm û ax hilweşiya.
Hat ragihandin ku di yek ji hilweşînên li herêma Er-Ribatê de pênc kes şehîd bûne û gelekên din jî birîndar bûne. Navên şehîdan wiha ne: Salah Nebhan, Meryem Nebhan, Rim ez-Zeyn, Îbrahîm ez-Zeyn û Hebîba ez-Zeyn.
Di bûyereke din de li bajêr, girekî mezin ji heriyê û qûmê li ser du malbatan li herêma El-Berqa hilweşiya. Di bûyerê de jinek û zarokek hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku di êrîşa bi drone de li nêzîkî Bircên Tayîba yên li rojavayê Xan Yûnisê Nermîn Seîd el-Amûr û Mehmûd Fadl Ebû Hemed hatin kuştin û yên din jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Çînê di avahîyekî de şewatek derket, di encamê de 14 kes mirin.
Li wîlayeta Belucistanê ji teref artêşa Pakistanê ve li dijî çekên çekdarî operasyon hat lidarxistin, di encamê de 27 mîlîtan hatin kuştin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî bang li rêveberîya Emrîkayê kir ku "pêşniyara du rojî" ya Tehranê qebûl bike û got, "Dengdêrên Amerîkî hilbijartina xwe kirine. Niha dora Qesra Spî ye ku hilbijêre."