Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 637an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 637an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 129 hezar û 880 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 144 şehîd û 560 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 5 hezar û 334 kes şehîd bûn, 17 hezar û 839 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Tevgera Ensarullah a Yemenê Mehdî el-Meşhat, derheqê şerê ku 6 roj in di navbera Îran û rejîma îşxalker a sîyonîst de berdewam dike de, daxuyaniyek kurt da.
Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xameneî di yekem daxuyaniya xwe ya piştî êrîşên dawî de peyamên tund da Emrîka û rejîma sîyonîst. Xameneî got, "Divê Emrîkayî bizanin ku miletê Îranê teslîm nabe. Midexeleya Emrîkayê ew ê zirarên bêberamber bide."
Li gorî analîza rojnameya Washington Postê, rejîma sîyonîst, eger ji Emrîkayê piştgiriya leşkerî nestîne, herî zêde tenê 10-12 rojên din dikare li hember êrîşên mûşekî yên Îranê xwe biparêze. Sîstema mertala mûşekî xirab bûye û stokên wê jî kêm bûne.