Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 51 hezar û 201an

Di êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst de hejmarê şehîdan derket 51 hezar û 201 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 116 hezar û 826 kesan.
Artêşa îşxalê, hedefgirtina kon û wargehên sîvîlan didomîne.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên DErve yê li Xezzeyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê 51 hezar û 201 Filistînî şehîd bûne.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî derket 116 hezar û 826 kesan.
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa îşxalker a ji 18ê Adarê vir ve piştî ku agirbesta di 19ê Çileyê de li Xezzeyê hatibû îmzekirin şikand, hezar û 783 kes şehîd bûn û 4 hezar û 683 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Seferên ji Sûrîyeyê ber bi Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ve piştî 13 salan dîsa dest pê kirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukrayna digel agirbesta demkî êrîşên xwe didomîne.
Li Lubnanê di encama teqîna cebilxaneyeke leşkerî de 3 kes mirin.