Libnan: Divê îsraîl demildest ji herêmên îşxalkirî vekişe

Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn diyar kir ku divê rejîma sîonîst demildest ji herêmên ku li başûr îşxal kiriye vekişe.
Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn li Koşka Baabda ya li rojhilatê paytaxt Beyrûtê, Serokê Mîsyona Hêza Aştiyê ya Demî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) û Fermandarê Giştî Aroldo qebûl kir.
Avn diyar kir ku artêşa Lubnanê li hemû bajarokên ku rejîma îşxalker jê vekişiyaye pêvajoya bicihkirina xwe temam kiriye.
Avn, diyar kir ku artêşa Lubnanê ji bo paqijkirina mayîn û çekan ji herêmên başûr xebatên xwe didomîne û got, "Îşxalkerîya ku îsraîl li 5 noqteyên li başûr didomîne, divê di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Vegera şêniyên bajêr ancax bi misogerkirina ewlehî û aramiya li ser sînorên başûr pêkan e."
Avn destnîşan kir ku hikûmet li gorî biryara ku daye, xebatên xwe yên ji bo 4 hezar û 500 leşkerên din ji bo başûr tayîn bike didomîne û bi hevkariya artêşa Lubnanê û UNIFIL wê biryara 1701 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li başûrê welat bi cih bîne.
Digel ku di 27ê Mijdara 2024an de di navbera rejîma îşxalker û Lubnanê de agirbest hat îmzekirin jî, rejîma îşxalker gelek caran peymanê îxlal dike.
Tevî xala vekişînê ya di peymana agirbestê de jî, artêşa îşxalker li 5 nuqteyên Girê Hemamîs, Girê Aziyê, Girê Uveyda, Çiyayê Balat û Girê Lebûne hebûna xwe didomîne.
Komîteya Çavdêriya Agirbestê ya ku di çarçoveya peymana agirbestê de hatiye avakirin, Hêza Aştiya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL), Lubnan û rejîma îşxalker, Fransa û Emrîka jî di nav de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên Prachuab Kiri Khana Taylandê balafireke biçûk ket nav behrê, di encama qezayê de 6 polês canê xwe ji dest dan.
Waîzê qaşo yê Kuweytî Lafî el-Azmî, îddîa kir ku li Filistînê cîhad tuneye û berxwedêrên li Xezzeyê jî wek “mişkên tinêlan” wesifand, ev jî ji teref derdorê Îslamî ve bû sedema bertekan.
Artêşa Emrîkaya îşxalker, bajarên Marîb û Amrana Yemenê hedef girt, 6 êrîşên asîmanî li dar xist.