Misilmanên li Kanadayê bang li hikûmetê dikin ku "li dijî Îslamofobiyê şer bike"
Konseya Neteweyî ya Misilmanên Kanadayî diyar kir ku hikûmet ji bo têkoşîna li dijî Îslamofobiya zêde dibe li welat divê reformên berfireh bicîh bîne û li dijî sûcên nefretê yên li dijî Misilmanan daxwaza tedbîrên tesîrdar kir.
Konseya Neteweyî ya Misilmanên Kanadayî, ku nûnertiya civaka Misilman li Kanadayê dike, bang li hikûmeta federal kir ku li dijî Îslamofobiya zêde dibe li welat tedbîrên berfireh bigire.
Di daxuyaniya konseyê de hat gotin ku Îslamofobî li Kanadayê bûye pirsgirêkek pir kûr û sîstemîk. Hat destnîşankirin ku Kanada di nav welatên G7 de yek ji rêjeyên herî bilind ên êrîşên kujer ên li dijî Misilmanan e.
Konseyê diyar kir ku polîtîkayên heyî yên hikûmetê têrê nakin û tekez kir ku ji bo têkoşîna li dijî Îslamofobiyê pêdivî bi gavên tesîrdar û girêdayîtir heye.
Di daxuyaniyê de bang li hikûmetê hat kirin ji bona ku Misilmanên li Kanadayê biparêze reformên saziyî bicîh bîne, mekanîzmayên hesabdayînê xurt bike û tedbîrên berbiçav bigire.
Konseyê her wiha diyar kir ku divê polîtîkayên heyî yên derbarê sûcên nefretê yên li welat de werin nirxandin û daxwaz kir ku kêmasiyên di têkoşîna li dijî Îslamofobiyê de werin çareserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Ermenistanê, gel ew ê sibê ji bo hilbijartinên parlementoyê biçin ser sindoqan.
Li Xan Yûnisê, xortekî Filistînî yê 25 salî di êrîşa rejîma sîyonîst de şehîd bû. Hat ragihandin ku xort di heman rojê de amadekariya zewacê dikir.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de derbarê aloziyên leşkerî û dîplomatîk ên li Kendavê de, îşaret pê kir ku Îran ew ê zû yan dereng neçar bimîne ku bi Washingtonê re li ser maseya danûstandinan rûne.