Pênc Filistîniyên din li Xezzeyê hatin şehîdkirin
Di êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve li deverên cuda yên Xezzeyê hatin kirin de 5 Filistînî şehîd bûn.
Sîyonîstên îşxalker, ku li dijî peymana agirbestê ya li Xezzeyê êrîşên xwe didomînin, ew bi top, balafirên bêmirov û gulebaranên rasterast êrîşî Filistînîyan kirin.
Dema ku konê malbatên aware yên li rojavayê Xan Yûnisê ji aliyê bêmirovên rejîma sîyonîst ve hate hedefgirtin, çar filistînî şehîd bûn û gelekên din jî birîndar bûn.
Li Kampa Penaberan a Cebeliyeyê li bakur, Cîhad el-Gendûr ê 7 salî ku bi guleyên hêzên îşxalker ên li dora Kolana el-Huce birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê hatibû birin şehîd ket.
Li gorî daneyên wezaretê, ji 11ê Cotmeha 2025an vir ve, hejmara şehîdên Filistînî gihîştiye 1488an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5281an. Her wiha, cesedên 836 Filistîniyên ku berê şehîd bûbûn jî di nav xirbeyan de hatine derxistin.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve ku êrîşên li Xezeyê dest pê kirin, hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 74 hezar û 377 kesan, hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 398 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê Basim Naîm diyar kir ku ew tehdîdên kuştinê yên li dijî serokê tevgerê yên ji aliyê qaşo Wezîrê Parastinê yê rejîma îşxalker îsraîl Katz ve hatine kirin, bi ciddî digirin û got ku ev tehdîd di heman demê de wekî propagandaya hilbijartinê jî têne bikaranîn.
Rayedarên Pakistanî piştî ragihandina rewşa awarte û danîna herêmê di bin desthilata walîtiyê de, serokwezîrê wîlayeta Xeyber Pextûnxwayê Suheyl Afridi, û çend wezîrên kabîneya wî girtin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî û hevkrê wî yê Siûdî Feysel Bin Ferhan di pêwendiyeke telefonî de li ser şerê li Yemenê axivîn.