Pakistanê serokwezîrê wîlayeta Xeyber Paxtunxwa girt
Rayedarên Pakistanî piştî ragihandina rewşa awarte û danîna herêmê di bin desthilata walîtiyê de, serokwezîrê wîlayeta Xeyber Pextûnxwayê Suheyl Afridi, û çend wezîrên kabîneya wî girtin.
Çend saetên piştî ku roja Yekşemê li Xeyber Pextunxwayê rewşa awarte hate ragihandin, PTI îddîa kir ku serokwezîrê wê yê niha neçalak Suheyl Afridi, ku serokatiya meşa protestoyî ya partiyê ber bi Îslamabadê ve dikir, ligel çend serokên din hatiye binçavkirin.
Li gorî rojnameya Dawn, alîkarê Afridi, Şafî Jan, ku di meşa protestoyê de bi wî re bû, îddîa kir ku serokwezîr "hatiye girtin". Parlamenterê PTI Shahid Hattak jî îddîa kir ku Afridi hatiye girtin.
Tê texmînkirin ku kesên hatine girtin li gorî qanûnên Pakistanî werin darizandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê Basim Naîm diyar kir ku ew tehdîdên kuştinê yên li dijî serokê tevgerê yên ji aliyê qaşo Wezîrê Parastinê yê rejîma îşxalker îsraîl Katz ve hatine kirin, bi ciddî digirin û got ku ev tehdîd di heman demê de wekî propagandaya hilbijartinê jî têne bikaranîn.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî û hevkrê wî yê Siûdî Feysel Bin Ferhan di pêwendiyeke telefonî de li ser şerê li Yemenê axivîn.
Di êrîşên ku ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ve li deverên cuda yên Xezzeyê hatin kirin de 5 Filistînî şehîd bûn.