Qatilên sîyonîst konekî hedef girt: Ji heman malbatê 5 şehîd

Artêşa rejima îşxalker, êrîşî Xezzeyê kir, di êrîşê de kona malbata Ebû Tuaymeyê hedef girt û malbat bi temamî şehîd bûn.
Di êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê de, malbata Ebû Tuayme şehîd bûn.
Dê, bav û 3 zarok ji herêma el-Mewasîya Xezzeyê mecbûr man ku malên xwe terk kirin û di konê de jîyana xwe derbas dikirin.
Artêşa îşxalê, di dema şebeqê de êrîşî herêma El Mewasîyê kir.
Di encama êrîşê de endamên malbata Ebû Tuaymeyê şehîd bûn.
Hat ragihandin ên ku di êrîşê de şehîd bûne ev in; Dayîk Hanadî Şaban Ebû Tuayme, bav Îbrahîm Xelîl Ebû Tuayme û zarokên wan Semîra (8), Azîm (6) û Rafet (4) Tuayme.
Malbata ku ji cotgeha xwe revîyan û xwe sipartin başûrê Xezzeyê di nav konê de hatin qetilkirin.
Rejima îşxalker ji xerakirina agirbestê ku dîroka wî 18ê Adara 2025an e vir ve herî kêm 1978 kesan şehîd kir, ji 5 hezarî zêdetir Filistînîyan jî birîndar kir.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve jî hejmarê şehîdan 51 hezarî derbas kir û birîndar jî 117 hezarî derbas kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di teqîna li Bendera Şehîd Rajayî ya bajarê Bandar Ebas a Îranê de hejmara miriyan derket 14an û hejmara birîndaran jî derket 750î.
Hat ragihandin ku Emrîkaya îşxalker li dijî Sana û Sadaya bajarên Yemenê êrîşên asîmanî li dar xist.
Li Fransayê ciwanê ku li mizgeftekê nimêj dikir, ji teref êrîşkarekî nenas ve bi 50 kêran hat qetilkirin.
Nîşandarên girêdayê Tûgayên Qessam li rojhilata Beyt Hanûn a bakurê Xezzeyê, di çarçoveya operasyona “Şûr Şikesttir” de îşxalekran hedef girt.