100 Filistînîyên din jî li deverên curbicur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî ji teref rejîma îşgalker a sîyonîst ve hatin destesergirtin.
Rejîma sîyonîst li Şerîeya Rojava ya îşxalkirî li dijî Filistîniyan dest bi êrîşên desteserkirinê kir.
Îşxalkeran di serdegirtina bajaroka Qelqeliye ya Şerieya Rojava da 64 Filistini ku di nav wan da zarok hene hatin desteserkirin.
Dagirkeran avêtin ser bajaroka Beyt Furik a li rojhilatê Nablusê û li 15 malan lêgerîn kirin. Hat diyarkirin ku îşxalkeran li vir jî herî kêm 13 kes êsîr girtine.
Îşxalkeran ku li bajarê Azzunê li dijî bi dehan Filistînî tundî bi kar anîn, avêtin ser mizgeftekê û qedexeya derketina derve îlan kirin. Hat diyarkirin ku dagirkeran li vir jî gelek Filistînî êsîr girtine.
Hat ragihandin ku leşkerên bi navê rejîma sîyonîst li endamên malbatên Filistîniyên ku êsîr girtine lêdan û tehdîd kirin.
Di navbera Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) û rejîma îşxalker a sîyonîst de di 19ê Çileyê de agirbest hat ragihandin.
Ji 7ê cotmehê ve ku operasyona "Tofana Eqsayê" dest pê kir, dagirkeran gelek caran li Şerîeya Rojava û Qudsê bi ser malan de digirin û bi îdiayên cuda Filistînî êsîr digirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên cihûyî li Şerîaya Rojavayê êrîşî Filistînîyan kirin, herî kêm 21 kesan birîndar kirin. Di bûyerên ku derketin de gelek xanî, dikan û wesayîtên aîdê Filistînîyan hatin qundaxkirin.
Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ew piştî agirbestê alîkarîyên xwe zêde kirine, ji bo Xezzeyê jî ji civaka navneteweyî re bang kirin.
Hat destnîşankirin ku 11 tirên sotemenîyê, tevahî 281 tirên alîkarîyê ji Misirê ketin nav Xezzeyê.