Rejîma sîyonîst li Libnanê fermandarê berxwedanê hedef girt: Şêx Huseyîn Atwî şehîd bû

Şêx Huseyîn Atwî yek ji fermandarên sereke yên "Hêzên Fecrê" baskê leşkerî yê Cemaeta Îslamî li Lubnanê bû di encama êrîşa balafirên sîyonîst de li başûrê paytext Beyrûtê şehîd bû.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin, Atvîyê ku di sala 1968an da hatîye dinyayê û ji bajarokê Hebariye yê herêma Hasbaya-Marceyûnê ye, li nêzî bajaroka Naame di êrîşa hewayî ya li ser wesayîta wî da hat hedefgirtin.
Hat ragihandin ku ev êrîş bi 2 mûşekan ji aliyê balafireke bêfirokevan a rejîma sîyonîst ve hatiye kirin.
Di encama êrîşê de wesayit bi temamî şewitî û nekarîn bikar bînin.
Piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin girtin.
Şêx Huseyîn Atvî di sala 2014an de dema ku ji başûrê Lubnanê ber bi erdên Filistînê yên di bin dagirkeriya sîyonîstan de pêk dihat, birîndar bûbû û piştî mehekê êsîr hatibû girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat îfadekirin ku li peravên Mindanaoyê, li nêzê Giravên Talauda Endonezyayê di mezinahîya 6,2yan de erdhej pêk hat. Di encamê de candayîn û zerara maddî çênebû û hişyarîya tsûnamîyê nehat dayîn.
Cemaata Îslamî ya Lubnanê piştî şehadeta yek ji fermandarên pêşeng ê xwe yê bi navê Şêx Huseyîn Atvî li başûrê Beyrûtê di êrîşa hewayî ya sîyonîstan de peyama sersaxiyê weşand.
Di êrîşa hewayî ya ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hat kirin de 9 Filistînî şehîd bûn. Êrîşên li ser malekê li Xan Yûnis û kampên konan li navenda Xezzeyê bûn sedema candayînan.
Li wîlayeta Oklahomaya Emrîkayê piştî bataneke dijwar lehî çêbû, di encama lehî û bahozê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.