Di êrîşa îşxalê ya li dijî Cenîn û Kampê ya li Şerîaya Rojavayê de 8 kes şehîd bûn, 35 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê daxuyand ku hejmarê şehîdên ku di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Cenînê de şehîd bûne derket 8 kesan, birîndar jî derketin 35 kesan.
Di daxuyanîya wezaretê de hat îfadekirin ku mirovên birîndar ji Nexweşxaneyên Îbnî Sîna, Umît û El-Şîfayê re hatine rakirin û dibe ku hejmarê birîndaran zêde bibe.
Li gorî Wafayê di êrîşa îşxalê de 3 doxtor û 2 hemşîre jî birîndar bûn.
Çavkanîyên herêmî, îfade kirin ku rejima îşxalker, kampê bi temamî dorpêç kirîye û bi nîşandaran nahêle ku bila tu kes ji kampê derkeve derve, welatîyên ku derdikevin jî dibin hedef.
Di heman demê de buldozerên îşxalê li Cenînê gelek cedde û cîhên kampê jî xera kirin û zerarê dan.
Hat îfadekirin ku hêzên îşxalkeran nehiştine ku ambûlans bikevin nav kampê ku birîndaran bibin nexweşxaneyê.
Bi taybetî jî li Taxa Damca ku ji du seatan zêdetir dorpêç kiribûn re nîşandaran bicîh kiribûn û nedihêştin tu kes derkevin û bikevin hindir.
Balafirên herbê yên sîyonîstan jî, piştî tespîtkirina hêzên taybet ji Cenîn û kampê re êrîş li dar xistin û li vê derê ji gelek cîhan re êrîş li dar xistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kabudarahanga wîlayeta Hemedana Îranê balafira leşkerî ket xwarê.
Ropartora Taybeta Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese, hişyarî da û îfade kir dibe ku rejima îşxalker a sîyonîst qirkirina li Xezzeyê dike bibe Şerîaya Rojavayê.
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê ku baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Ebû Hamza, diyar kir ku ew bi peymana ku hatîye kirin re girêdayî ne.
Li Angolayê di nav vê mehê de herî kêm 32 kesan ji ber kolerayê canê xwe ji dest dan.