Rejima îşxalker li Xezzeyê malekî hedef girt: 10 şehîd

Li Taxa Zeytûna Xezzeyê malekî ji teref sîyonîstan ve hat hedefgirtin, di encamê de 10 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst malê bi balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girt û 10 kes şehîd bûn, gelek kes jî giran birîndar bûn.
Çavkanîyên herêmê îfade kirin ku xanî aîdê malbata Kaşkuyê bûye û hêna jî gelek sîvîl di bin kavilan de mane.
Xeyn ji vêya rayedarên Nexweşxaneya El-Avdeyê, destnîşan kirin ku di nav 24 seatan de herêmên belavkirina alîkarîya însanî hatin hedefgirtin, di encamê de 7 kes şehîd bûn, 26 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ji birîndaran 6 kes ji bo tedawîyê ji Nexweşxaneya Şehîd el-Eqsayê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê, li hember sîyonîstên îşxalker û alîgirên wan bang kir ku bila di 15,16 û 17ê Tebaxê de li çar alîyê cîhanê protestoyên girseyî werin lidarxistin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 776an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 154 hezar û 906 kesan.
Li bakurrojavaya Sûrîyeyê, li nêzê bajarên Îdlîbê depoyekî çekan teqîya, di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Di lehîya ku li herêma Kishtwara Hîndistanê pêk hat de herî kêm 17 kes mirin, 75 kes jî birîndar bûn.