Rejima sîyonîst êrîşê Şamê kir

Balafirên herbê yên rejima îşxalker, bi gelek êrîşan herêmên Îzraya Dera û Kîsvaya Şamê hedef girtin.
Balafirên rejima îşxalker li bajarên Dera û Şama paytexta Sûrîyeyê gelek cîhan hedef girtin. Rejim li herêma Kîsvayê depoyekî çekan hedef girtin, piştî êrîşê li herêmê şewat derket.
Wezîrê qaşo yê parastina rejima sîyonîst Israel Katz, îfade kir ku armanca êrîşê “Pêşîgirtina midexeleya hêzên hikûmeta nû an jî hêzên dinê ye ku bila herêma tampon a hêzên parastina îsraîlê (IDF) hedef negrin.” Hat diyarkirin ku IDF li başûrê Şamê hinek cîhên leşkerî hedef girt û êrîşan pêk anît.
Wezîrê qaşo karên derve yê rejima îşxalker Gideon Saar ku li Xezzeyê terorê bikaranîtibû îfade kir ku bila Sûrîye bê parçekirin.
Saarê ku di civîna Wezîrên Karên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê ku li Brûkselê hatibû tertîpkirin de axivî, derheqê veguherîna bireveberîya Sûrîyeyê de weha got:
“Ez wisa dibihîsim ku li Sûrîyeyê veguherînekî hikûmetê hatîye kirin. Li gorî min ev gelek beredayîye. Hikûmeta nû ya ku li Sûrîyeyê, komekî terorîstê Îslamxwazên cîhadî yên Îdlîbî ye. Dibe ku Îslamîxwazan xweşik xeber bidin lê dema ku rejima Îranê jî di 1979an de Şoreşê pêk anîtibû weha diaxivîya. Hemû kes dizane ku serokê nû kî ye.”
Saar, diyar kir ku bireveberîya nû zerarê dide Kurdên herêmê û îddîa kir ku Nusayrîyan heyfên xwe distînin, ji ber vê yekê divê welat bê parçekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref HAMASê ve derheqê êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê de daxuyanîyeke ku bertekê nîşan dide hat belavkirin.
Li rojhilata Taylandê otobûsekî qelibî, di encama qezayê de 18 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.
Doh danê êvarê di êrîşa hewayî ya rejîma îşxalker a li ser herêma Cinta ya li başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 348 kesan û 111 hezar û 761 kes jî birîndar bûn.