Rejima sîyonîst, li bajara Kalkîlyaya Şerîaya Rojavayê avêt ser malan, di encamê de zarok jî di nav de 64 kesan desteser kirin.
Hêzên îşxalê, li bajara Kalkîlyaya Şerîaya Rojavayê avêt ser malan, di encamê de zarok jî di nav de 64 sîvîlan desteser kirin, hinek dikandaran jî ji bo girtina dikanên wan zordarîyê dan.
Hat destnîşankirin ku leşkerên îşxalê li bajaroka Azunê avêtin ser malan û camîyan.
Di navbera sîvîlên ku hatin desteserkirin de zarok jî hene.
Filistînîyên ku ji desteserkirinan re bertek nîşan dan bi sîyonîstan re pevçûn, terorîstên îşxalker jî ji Filistînîyên ku kevir diavêtin re guleyên rastîn û gaza îsotê avêtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
100 Filistînîyên din jî li deverên curbicur ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî ji teref rejîma îşgalker a sîyonîst ve hatin destesergirtin.
Çeteyên cihûyî li Şerîaya Rojavayê êrîşî Filistînîyan kirin, herî kêm 21 kesan birîndar kirin. Di bûyerên ku derketin de gelek xanî, dikan û wesayîtên aîdê Filistînîyan hatin qundaxkirin.
Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku ew piştî agirbestê alîkarîyên xwe zêde kirine, ji bo Xezzeyê jî ji civaka navneteweyî re bang kirin.
Hat destnîşankirin ku 11 tirên sotemenîyê, tevahî 281 tirên alîkarîyê ji Misirê ketin nav Xezzeyê.