Rejima sîyonîst Qudsê kir wek kampa leşkerî

Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Îşxalkerên sîyonîst, di vê roja ku Xrîstîyan wek “Şemîya Pîroz” binav dikin de Quds bûye wek kampekî leşkerî.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên mehellî hatine bidestxistin, îşxalkeran rêyên ku diçin Dêra Qebrê girtine û mirovên ku dixwazin biçin dêrê jî dikin nav kontrolê.
Rejima îşxalker, li nuqteyên kontrolê ya derdorê Qudsê tedbîrên leşkerî girtîye, û derbasbûna Xrîstîyanan a ji Şerîaya Rojavayê jî asteng kirîye.
Ji ber êrîşên ku di 7ê Cotmeha 2023yan vi ve berdewam dikin, meş û pîrozbahî îsal hatin betalkirin.
Zextên sîstematîkî ya rejima îşxalker, bi tevî Misilmanan Xrîstîyanan jî hedef digre. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Nebraskaya Emrîkayê balafireke biçûk ket nav çem, di encamê de 3 kesên ku di nav balafirê de bûn canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.