Rejima sîyonîst êrîşê Yemenê kir: 2 şehîd, 35 birîndar

Rejima sîyonîst, li Yemenê Qesra Serokatîyê û tesîsên muhîm hedef girt, di encama êrîşan de 2 kes şehîd bûn, 35 kes birîndar bûn, santralekî ceryanê hilweşîya û li Sanayê ceryan qut bû.
Li gorî Sazîya Weşana Raya Giştî yê rejima sîyonîst KANê, 14 balafirên herbê li Sanayê bi tevî Qesra Serokkomartîyê li dijî gelek cîhan êrîşan pêk anît.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, destnîşan kir ku balafirên herbê, depoyên sotemenîyê û 2 santrala ceryanê hedef girt û 40 fuzeyan bikaranît, “îsraîlê dijmin li djiî Sanayê êrîşeke nû da destpêkirin, tesîsên jîyanî yên li vê derê hedef girt û di Santrala Ceryana Haîz de bû sedema hilweşînekî mezin û qutbûna ceryanê.”
Li gorî daneyên ewil di encama êrîşan de 2 kes şehîd bûn, 35 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Derdor û Tenduristîyê ya Yemenê, destnîşan kir ku hejmarê mirîyan ne zelal e û ekîbên parastin û xelaskirina sîvîlan jî daxuyand, “Ji bona ku şewatên ji ber êrîşên rejima sîyonîst derketine werin vemirandin xebat hatine destpêkirin.”
Hat îfadekirin ku ev êrîş, êrîşa pêncemîn e ku li dijî Santrala Ceryana Haîzê hatîye lidarxistin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ev êrîşa sîyonîstan ên li dijî Sana û tesîsên sîvîlan, ji bona ku piştgirîya gelê Yemenê ya li ser Filistînîyên li Xezzeyê bidin qutkirin in, lê hemî van teşebûsan “teşebûsên bêçare ne”, dûre hat gotin, “Van êrîşên bêjandar, ew ê ji gelê Yemenê re dev jê bernede ku ji Xezzeyê re alîkarîyan bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 62 hezar û 744an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 158 hezar û 259 kesan.
Basem Naîm, endamê Buroya Sîyasî ya Hamasê, diyar kir ku tevgerê pêşniyara dawî ya ji bo agirbestê li Xezzeyê pejirandiye, lê rejîma sîyonîst hêna jî bersiveke fermî negirtiye.
Li Eskalanê polêseke sîyonîstan di mala xwe de xwe kuşt. Pisporan îfade dikin ku ev zordarî û zexta ku leşker û polêsên rejima sîyonîst li ser gelê Filistînê bikartînin, dibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk di wan de.
Hamasê bal kışand ku êrîşên rejîma siyonîst li ser Yemenê wargehên sivîlan hedef digirin û êrîşeke eşkere li ser serweriya welatên Erebî ye. Tevgerê diyar kir ku armanca van êrîşan ew e ku piştgiriya Yemenê ji bo berxwedana Filistînê asteng bikin.