Rejîma qatil li Şerîeya Rojava 61 Filistînî qetil kir

Rejîma Sîyonîst di meha borî de li bajarên Cenîn û Tulkerîm ên di bin dagirkeriya xwe de 61 Filistînî şehîd kirin û 365 kes jî êsîr girtin.
Li gorî daxûyaniya Komeleya Ziyanên Filistînê, rejîma sîyonîst ku ji 21ê Rêbendanê ve êrişên berfireh li Cenîn û Tulkerimê bi taybet li bakûrê Şerîeya Rojava pêk anî, bi sedan Filistînî desteser kirin.
Di heman heyamê de 61 Filistînî li êriş û êrişên rejîma sîyonîst ser bajarên Cenîn, Tulkerîm û Tûbasê şehîd bûn. Di çarçoveya van êrîşan de kampên penaberan jî dibin hedef, li bajaran jî roj bi roj “desteserkirin, îşkence û înfaz” zêde dibin.
Rejîma sîyonîst di van êrişan de bi lêdana Filistîniyan li nîvê cadeyê wan bi darê zorê ji malên wan derdixe û hinek ji wan êsîr dike bo cihên nediyar. Hinek malên ku hatine valakirin vediguherin baregehên leşkerî, hinek mal ji ber bombeyan an jî bi buldozeran nikarin bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst bi ketina nav bajaran bi alavên avahîsaziyê bi qestî jêrxana wêran dike. Rê, xetên av û ceyranê tên hedefgirtin.
Rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an heta niha bi giştî 14 hezar û 500 Filistînî li Şerîeya Rojavayî êsîr girtine. Karbidestên Filistînî dibêjin, ev êrîşên han beşeke ji plana rejîma sîyonîst jibo gihandina bi temamî ya kendava rojavayî û ragihandina serwerîyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref HAMASê ve derheqê êrîşa rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê de daxuyanîyeke ku bertekê nîşan dide hat belavkirin.
Li rojhilata Taylandê otobûsekî qelibî, di encama qezayê de 18 kes mirin, 31 kes jî birîndar bûn.
Doh danê êvarê di êrîşa hewayî ya rejîma îşxalker a li ser herêma Cinta ya li başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 48 hezar û 348 kesan û 111 hezar û 761 kes jî birîndar bûn.