Serokê Rûsyayê Pûtîn: Em amade ne ku bi Ukraynayê re li hev bikin
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku Rûsya amade ye bi Ukraynayê re lihevkirinekê bike, lê dixwaze lihevkirinek aştiyê ya daîmî hebe ku ewlehiya herdu welatan garantî bike, ne agirbestek demkî be. Her çend Pûtîn nîşan da ku ew vekirî ye ku danûstandinên sêalî bi navbeynkariya Emrîkayê ji nû ve dest pê bikin jî, pirsgirêkên axê û şert û mercên ewlehiyê xalên sereke yên nakokiyê ne ku rê li ber çareseriyê digirin.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn deriyê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê vekiriye. Pûtîn di televîzyona dewletê ya Rûsyayê de axivî û got ku Moskow ji bo rêkeftinekê amade ye, lê diyar kir ku çareseriyek mayînde pêwîst e, ne tenê rawestandina demkî ya şer.
Putin behsa hevdîtina xwe ya bi Nûnerê Taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump Steve Witkoff re li St. Petersburgê kir û diyar kir ku wan li hev kirine ku têkiliyên sêalî yên di navbera Rûsya, Ukrayna û Emrîkayê de ji nû ve dest pê bikin. Putin got ku armanca sereke ya van hevdîtinan ne tenê rawestandina şer be, lê di heman demê de çareserkirina rêkeftinên ku ew ê ewlehiya hem Rûsya û hem jî Ukraynayê piştî peymana aştiyê garantî bikin jî divê be.
Putin diyar kir, "Em amade ne ku îro jî bigihîjin rêkeftinekê. Em amade ne ku çareseriyan bibînin û li ser vê rewşa dijwar û tevlihev bigihîjin rêkeftinekê. Li ser her mijarê lihevkirin dikare were kirin. Ez difikirim ku em dikarin li hev bikin, em vê yekê qebûl dikin."
"Em amade nînin ku bi Ewrûpayê re bikevin şer"
Putin li ser şerekî muhtemel bi welatên Ewrûpî re şîrove kir û diyar kir ku Rûsya naxwaze bi Ewrûpayê re bikeve şer û ji bo şerekî wiha amadekariyê nake.
Putin rexne li tehdîdên ku ji Rûsyayê tên kirin ên li Ewrûpayê girt û got, "Ez dixwazim ew guh bidin me. Em jî naxwazin şer bikin. Em ji bo ti şerekî bi Ewrûpayê re amade nabin."
Lêbelê, Putin peyamek şand ku Rûsya amade ye ku şer bidomîne ger hikûmeta Ukraynayê biryar bide ku şer bike. Serokê Rûsyayê her wiha rexne li pratîkên leşkerî yên li Ukraynayê kir, û îddîa kir ku leşkeriya bi zorê tesîrek xerab li ser moralê leşkerên li cepheyan pêş kir.
Putin her wiha îddîa kir ku ne realîst e ku meriv bifikire ku Rûsya dikare li qada şer were têkbirin, û divê welatên rojavayî di têkiliyên xwe yên bi Moskowê re nêzîkatiyek lihevhatîtir bigirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kenyayê avahiyek 18 qatî hilweşiya, û tê bawerkirin ku gelek kes di bin xirbeyan de mane.
Li bakurê rojavayê Îranê sê kes ji ber lehîyê mirin.
Di girtigeheke Ekvadorê de, di îsyanên li girtîgehekê de 8 girtî mirin.