Serokwezîrê Polandê Tusk: Rûsan êrîşî sîberê li me dan dest pê kirin

Serokwezîrê Polandê Donald Tusk, berîya hilbijartina serokkomartîyê daxuyand ku sîteyên fermî yên partîyên sîyasî ku di koalîsyona îktîdarê de cîh digrin ji teref hackerên Rûs ve hatin hedefgirtin.
Serokwezîrê Polandê Donald Tusk, destnîşan kir ku du roj ji hilbijartinê re mabû ku komekî hackerê Rûs li ser Telegramê sîteyên fermî yê înternetê yên Koalîsyona Sîvîl êrîş li dar xistîye, êrîş berdewam kirîye encax xebat jî bi berfirehî berdewam dike.
Gelê Polandê, ji bona ku serokkomarên xwe hilbijêrin di 18ê Gulanê de diçin ser sindoqan.
Wezîrê Karên Dîjîtalî yê Polandê, Krzysztof Gawkowski destnîşan kiribû ku Rûsya ji hilbijartinên serokkomartîyê re midexeleyekî ku heta niha nehatîye dîtin kirîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barana zêde ya li Çînê pênc kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî winda bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 475an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 121 hezar û 398 kesan.
Rejîma sîyonîst, plan dike ku li sînora Urdinê ku 425 kîlometre ye xetek ewlehîyê çêbike. Wezîrê parastinê yê qaşo, vê gavê jî wek “Li hember teşebûsên veguherina cepheyan a ji sînora terorê re ya ji teref Îranê ve gavekî stratejîk e.” Wesifand.
Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, daxuyand ku micahîdên wan, hêzên îşxalkerên ku li alîyê bakurê Xezzeyê ve dimeşîyan hedef girtin, sê wesayît ketin nav kemînê û gelek leşkerên sîyonîst mirin an jî birîndar bûn.