Sîstema parastina hewayî yên Îranê ÎHAyeke Emrîkayê xist
Dîmenên ku nîşan didin sîstemên parastina hewayî yên Îranê balafireke bêmivo a keşfê û çavdêriyê ya MQ-9 a Amerîkî dixe xwarê, hatine belavkirin.
Li gorî agahiyan, pergalên parastina hewayî yên Komara Îslamî ya Îranê balafireke bêmirov a ji tîpa MQ-9 Reaper a Amerîkî xistine xwarê.
Çavkaniyên Îranî diyar kirin ku balafir dema ku li qada hewayî ya Komara Îslamî ya Îranê çalakiyên keşf û çavdêriyê dikir hatiye tespîtkirin û ji aliyê hêzên parastina hewayî ve hatiye bêtesîrkirin. Emrîkayê derbarê bûyerê de hêna jî daxuyaniyek fermî û berfireh nedaye.
MQ-9 Reaper di nav wesayîtên hewayî yên bêmirov ên herî pêşketî yên artêşa Emrîkayê de ye. Ev platform, ku dikare ji bo demên dirêj li hewayê bimîne, ji bo keşf, çavdêrî, bidestxistina hedefan û, dema ku pêwîst be, ji bo mîsyonên êrîşê jî tê bikar anîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de sê kes şehîd bûne, bi vî awayî hejmara giştî ya şehîdan ji agirbestê û ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 72 hezar û 991î.
Misilman, ku ji nîvê zêdetir nifûsa Nîjeryayê pêk tînin, tevî ku li bakurê welat kom bûne jî, bi xizanî, bêkarî û pirsgirêkên perwerdehiyê re rû bi rû ne. Pispor dibêjin ku sedemên bingehîn ên krîzên ewlehiyê li herêmê newekheviyên aborî û nebûna pêşveçûnê ne, ne cudahîyên dînî.
Berdevkê Hamasê Hazem Qasim diyar kir ku tevger û komên Filistînî di hevdîtinên dawî yên li Qahîreyê de pêşniyarên ku ji hêla navbeynkaran ve hatine pêşkêş kirin, bi awayekî erênî nîşan dane. Qasim tekez kir ku ji bo ku agirbest were parastin û şer bi dawî bibe, divê rejîma sîyonîst sozên xwe yên di bin peymanê de bicîh bîne.