Ukraynayê 600 mûşekên parastina hewayî ji Elmanya kirî
Ukraynayê ji bo kirîna 600 mûşekên parastina hewayî peymanek bi Elmanya re îmze kir.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, di daxuyaniyekê de ji bo medyaya welat, peymana ku bi Elmanya re ji bo kirîna 600 mûşekên parastina hewayî hatiye îmzekirin wekî "peymanek baş" bi nav kir.
Zelenskî destnîşan kir ku pêvajoya radestkirinê dikare demek girîng bidome, û got ku Elmanya piştî wergirtina lîsansa hilberînê ji Emrîkayê, demek dirêj dest bi hilberîna mûşekên Patriot kir.
Zelenskî got ku di hevdîtina xwe ya dawî de bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re, wî di derbarê îhtîmala veguhestina destûra hilberînê bo Ukraynayê de sînyalek erênî wergirtiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Efxenistanê ji bo nûavakirina rêyan peymanek mezin îmze kir ku fîyeta wê nêzîkî 20 milyon dolarê Amerîkî ye.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim ragihand ku di hevdîtinên bi Qeter, Misir û Tirkîyeyê re derbarê pêkanîna plana aştiyê ya ji bo Xezzeyê de lihevkirinên girîng hatine kirin. Qasim diyar kir ku divê navbeynkar zextê li rejîma sîyonîst bikin da ku pêvajo ber bi pêş ve biçe.
Pêla germahiyê ya zêde li seranserê Fransayê bûye sedema mirinan. Ji dawiya hefteyê ve sêzdeh kes piştî ku ji bo sarbûnê ketine nav avê mirine û li piraniya welat asta hişyariya herî bilind hatiye ragihandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara şehîdên li welat di encama êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 4 hezar û 175 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 12 hezar û 164 kesan.