Yemen: Qetlîama Emrîkayê ya li Bendera Ras Îsa bi armanca destekdayîna ji sîyonîstan re hat kirin

Hikûmeta Lêkirin û guherîna li Yemenê, destnîşan kir ku êrîşên Emrîkayê ya li dijî Bendera Ras Îsa “sûca herbê” ye, bal hat kişandin ku ev êrîş ji bo destekdayîna ji rejîma sîyonîst re hatîye kirin.
Emrîkaya îşxalker, Bendera Ras Îsa ya ku li wîlayeta Hudeydaya Yemenê ye û di bin kontrola Tevgera Ensarullah de ye hedef girt û li dijî sîvîlan qetlîamekî mezin pêk anît.
Hat îfadekirin ku di êrîşan de herî kêm ku di nav wan de xebatkarên tenduristîyê jî hene 22 kes şehîd bûn, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Hikûmeta Lêkirin û guherîna li Yemenê, êrîşên Emrîkayê wek “Sûcekî nû ya Herbê” nirxand û destnîşan kir ku bender bi temamî cîhekî sîvîl e. Di daxuyanîya ku hat dayîn de bal li ser vana hat kişandin:
“Ev êrîş, parekî zîncîra sûcê ya ku Emrîkayê ji bo destekdayîna ji rejima sîyonîst re pêk tîne ye. Emrîka bi zelalî binesazîya sîvîlan hedef digre û bi vê şeklê sûca herbê pêk tîne.”
Parastinên Emrîkayê “derew û xapînok e”
Hikûmeta Yemenê, sedemên êrîşa Washingtonê wek “derewkar û xapandina raya giştî ya cîhanê” nirxand. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku, “Emrîka dibêje me hedefên leşkerî hedef girtîye, temamê van gotinan derew in.”
Bal li ser desteka ji Filistînê re hat kişandin: Ambargoya li ser Xezzeyê wê bişkê
Hat îfadekirin ku desteka Yemenê ya ji gelê Filistînê re dê bidome.
Bireveberîya Ensarullahê destnîşan kir ku heta êrîşên li ser Xezzeyê dawî nebin ew ê operayonên li bakur jî dawî nebin, heta niha ji sedî 100 serfiraz bûne:
“Sekina me ya li cem gelê Filistînê îlkelî ye. Heta ku dorpêça li ser Xezzeyê neyê rakirin ew ê hemû destekên me yên di warê leşkerî, lojîstîkî û stratejîkî bidomin.”
“Ew ê cezaya vê sûcê giran be”
Hikûmeta Yemenê xeyn ji van gotinan îfade kir ku Emrîka ji encamên van êrîşan mesul e:
“Emrîka ew ê bedêla van sûcan giran bide. Ew ê van sûcan bêbersiv nemînin. Mafê qanûnî ya welatê me heye ku xwe biparêze û kengî hewce bike jî dê wê mafê xwe bikarbîne.”
Di heman demê de bal hat kişandin û li welat sotemenî û xwarin biîstîqrarîye, nehewceye ku gel bikeve nav endîşeyekî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê bi Mahmûd Abbas re hevdîtin kir.
Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Emrîkayê û êrîşên tên çaverêkirin li wî welatî pêk werin.