Zelenskî: Di êrîşên Rûsyayê de 2 kes mirin û 34 kes jî birîndar bûn
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşên mûşekî yên Rûsyayê yên li ser 12 herêman, du kes mirine û 34 kesên din jî birîndar bûne.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên Rûsyayê ji şeva borî ve di sê pêlan de 21 mûşekên balîstîk ber bi paytext Kîevê ve avêtine.
Zelenskî diyar kir ku di êrîşan de zirar gihîştiye mal, santralên ceryanê, binesaziya rêhesin û metroyê, navendên kirînê, kargeh û keşîşxaneyekê, û destnîşan kir ku 12 herêm, tevî Kîev, di şevê de bûne hedef. Wî zêde kir ku du kes hatine kuştin û 34 kes ku pênc ji wan zarok in birîndar bûne.
Zelenskî îddîa kir ku divê zextek rastîn li ser Rûsyayê were kirin ji ber ku Rûsyayê bi mûşekên balîstîk bersiv da danûstandinan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hêzên Efxenistanê li Baglanê depoyeke çek û teqemeniyan bidestxistin.
Di êrîşeke li ser du otobûsên rêwîyan li bakurê Nîjerê de, 12 kes hatin kuştin.
Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku çar keştîyên ku barhilgirên petrolê di navbera keştîyan de li bakurê Kendava Farisê vediguhezînin di heman demê de rastî lêdanan hatin.