Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Bi îzna Xwedê em ê tev bi hev re xelasîya Xezzeyê û helakbûna sîyonîstan bibînin
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli li Enqereyê di bernameya ku ji bo Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye ku şehîd bûbû hat tertîpkirin de axivî û got, “Em wek însanên ehlê wijdan yê dinyaya azad dixwazin ku tev bi hev re xelasîya Xezze û helakbûna sîyonîstan bibînin.”
Li Enqereyê di Camîya Hacî Bayram Velî de ji bo Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye ku şehîd bûbû piştî nimêja esrê bernameyek hat tertîpkirin.
Piştî bernameyê Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got, “Îro piştî ku me xebera şehadeta şehîd Îsmaîl Henîyye girt li Enqereyê bi tevî parlamenter, temsîlkarên sazîyên civakî ya sîvîl, pîrek û zilaman hatin Camîya Haci Bayrami Velî. Me li vê derê ji şehîdê xwe re duayê kir. Sîyonîzma qatil lenet kir. Me ji bona wehdet, yekîtî û qeweta xwe re duayê kir û beyat û sonda xwe ya ji bo Qudsê nû kir. Şehîd Îsmaîl Henîyye li xurbetê barê doza Fîlîstînê girtibû ser milê xwe û ji bona ku doza Fîlîstînê qal bike gelek zîyaretan bikaranîtibû. Gelek fealîyetên wî çêbûbûn. Ji bona ku lazimatîyên micahîdên ku niha di bin dorpêçê de ne temîn bike û dengê wan bide bihîstandin gelek micadeleyan kir. Û îro jî ew gihaşt rehmeta Xwedayê Rehman. Ew li Tehranê di encama êrîşa ku dûçar bû de şehîd ket. Rebbê min bila şehadeta wî qebûl bike.”
Ramanli îfade kir ew dizanin ku doza Fîlîstînê ne bêxwedî ye, “Em emînin ku xûşk û birayên me yên Xezzeyî ji berxwedanê re gavekî jî paşve navêjin. Lê em dixwazin ku ji tiştekî dinê jî emîn bin. Çiqas însan hene ku li alîyê mezlum û Mislimanan in. Em dizanin ku alîkarîya Xwedê nêz e. Alîkarîya Rebbê me bi micahîdan re ye. Me ji vêya re jî îman anîtîye. Lê dinya wezîfeya ku li ser milê wî dikeve çiqas bikartîne. Sekina xwe ya li cem mezlumanan çiqas nîşan didin. Îmkanên xwe di kîjan warî de seferber dikin. Em bersiva van pirsan digerin. Em di hesreta wan rojên bersiva van pirsan ‘qasî ku bi kar tê em dikin’ in. Bi îzna Xwedê em ê wek ummeta Îslamê û însanên azad tev bi hev re xelasîya Xezzeyê û helakbûna sîyonîstan bibînin û ji wan rojan re bibin şahid.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkara Miftiyê Bajarê yê Rihayê Zeynep Kaya Demirtaş, diyar kir ku qursên Quranê yên havînê di pêşveçûna dînî û exlaqî ya zarokan de roleke girîng dilîzin û got ku ev qurs ne tenê perwerdehiya Quranê didin, lê di heman demê de zanîna dînî ya bingehîn, exlaqê baş û jiyana mînakî ya Hezretî Muhammed jî fêrî zarokan dikin.
Wezareta Parastina Neteweyî di brifînga xwe ya heftane de ragihand ku 376 kes li ser sînoran hatine girtin, 6 endamên PKKê teslîm bûne û 778 kîlogram madeyên hişber hatine desteserkirin.
Dikandarên li Taxa Çarşi ya Êlihê, li ser Kolana Mehmet Sîncar, diyar kirin ku qerebalixiya trafîkê û pirsgirêkên parqkirinê tesîreke xerab li ser karsaziyên wan dike, dibe sedema windakirina xerîdaran, û ji rayedaran çareseriyek mayînde xwestin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê mînîbûsek û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.