Dîyarbekir ji bernameya mezin a “Mewlûda Nebî” re amade ye

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê bernameya Mewlûda Nebî tê tertîpkirin, temaya bernameyê wek “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” hat diyarkirin û hemû hazirîyên di Qada Newrozê de dihatin kirin dawî bûn.
Hat îfadekirin ku bername ew ê di saet 13.30yan de bê lidarxistin.
Gelî Evîndarên Pêxember jî ji Dîyarbekir û derdorê Dîyarbekirê ketin rê û eşq û evînîya xwe ya ji Rêberê Berxwedanê re nîşan bidin hatin meydanê.
Ji bona ku welatî bi rehetî biçin meydanê ji teref Weqfê ve cîhên wesayîtan hatin diyarkirin û gelê Evîndarên Pêxember bi wesayîtên bêpere ji nav bajêr ji Qada Newrozê re têne birin.
Welatîyên ku dighêjin cîhê bernameyê serê ewil di kontrolên polêsan de derbas dibin û şûnve bi peyatî diçin meydanê.
Wezîfedarên komîteya tertîp a Evîndarên Pêxember jî hem di nav meydanê hem jî li derveyê meydanê amade û hazir in.
Ji bona ku di meydanê de îzdîham çênebe têketina pîrek û zilaman hatin cudakirin.
Ji bo mêvanên ku ji derveyê welat jî hatine wek alim, rîspî, temsîlkarên sîyasî û STKyan jî platformn hat danîtin.
Di meydanê de posterên şehîdên Filistîn û Dîyarbekirê hatin daleqandin
Di meydanê de posterên şehîdên Filistînê wek Fermandarê Giştî yê Tûgayên Qessam Muhammed Deîf, Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye û Yahya Sînwar û Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza hatin daleqandin. Xeyn ji şehîdên Filistînê posterên şehîdên Dîyarbekirê jî wek Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Turan Yavaş û Cumalî Guneş jî di meydanê de hatin daleqandin.
Hat diyarkirin ku ew ê bername di Rehber TVyê de bi zindî bê weşandin.
Ji bo welatîyên ku beşdarî bernameyê bûne jî platformekî mezin hat danîtin.
Di meydanê de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve jî kermes hat vekirin.
Ji bo mirovên nexweş kona tenduristîyê hat danîtin, di konê de jî doxtor, personelên tenduristîyê jî amade ne. Xeyn ji vana ji bo zarokên winda jî konek hat vekirin.
Ji bona ku ji gel re av bê belavkirin ji teref Weqfê ve ji meydanê re gelek av hatin barkirin. Berîya bernameyê ji gel re îlahî û merş tên gohdarkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember, peyama “Mewlûda Nebî” ya sala 2025an li Dîyarbekirê hat tertîpkirin parve kir. Di peyamê de derheqê meseleyên Filistîn, Sûrîye û Xezzeyê de peyamên balkêş hatin dayîn.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Dîyarbekirê di Qada Newrozê de bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bernameya Mewlûda Nebî tê tertîpkirin û ew bername dest pê kir.
Weqfa Evîndarên Pêxember bernameya Mwlûda Nebî ya ku îro li Dîyarbekirê tertîp dike diyar kir.