Ji ber şewatê li 3 bajaran ji 50 hezarî zêdetir mirov hatin tehlîyekirin

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, derheqê şewatên ku li Balikesîr, Bîlecîk û Hetayê derketin de li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da.
Yerlîkaya, diyar kir ku nêzê 50 hezar însanên ku li herêmên şewatê dijîyan ji ber tedbîran hatin tehlîyekirin.
Wezîr Yerlîkaya destnîşan kir ku piştî şewatê xebatên diyarkirina xesarê berdewam dikin, li gorî daneyên ewil li Bîlecîkê 64 xanî, 3 dikan û 20 axur, li Îzmîrê jî 132 xanî û dikanekî zerarê dîtin.
Hat îfadekirin ku li herdu walatan jî birara “Herêma Afeta Tesîrdar ê Jîyana Giştî” hatîye girtin, ji teref AFADê ve ji walîtîyên Îzmîr û Bîlecîkê re hebo ebo 30 milyar Lîre tev de 60 milyar Lîre hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HUDA PARê bi minasebeta sed saliya şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî peyamek weşand.
Îlahiyatnas û Nivîskar Ozkan Yaman di Pêşangeha Malbatê ya Navneteweyî de axivî û ji bo parastin û xurtkirina malbatê qaîdeya '7 T' parve kir ku her kes dikare li ser li hev bike. Yaman got, "Heke hûn li ser Quran û Sunnetê fikar bikin, pirsgirêkên malbatê dê kêm bibin û winda bibin."
Li navçeya Antakyaya Hetayê, li daristanê şewat derket.