Kabîne îro dicive: Hemû çav li ser aborî û siyaseta derve ne
Kabîneya Serokkomariyê, di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de îro li Beştepeyê ew ê bicive. Tê texmînkirin ku di civînê de "rewşa dawî ya aborî, hewldanên têkoşîna li dijî terorê û pêşketinên herêmî" werin nirxandin.
Kabîneya Serokkomariyê îro di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de ew ê bicive.
Tê texmînkirin ku di rojeva sereke ya kabîneyê de pêşketinên dawî yên di aboriyê de hebin. Tê texmînkirin ku di civînê de hewldanên ji bo têkoşîna li dijî enflasyonê, gavên ku ji bo îstîqrara fîyetan hatine avêtin û encamên bernameya rêveberiya aborî werin nirxandin.
Di beşa sîyaseta derve de, tê texmînkirin ku bal li ser nirxandina tesîrên herêmî yên têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Emrîka û Îranê de û peymana di navbera her du aliyan de were kişandin.
Tê texmînkirin ku geşedanên dawî yên li Xezzeyê jî di rojeva Kabîneyê de bin. Tê diyarkirin ku ew ê îxlalkirinên agirbestê, rewşa mirovî û hewldanên dîplomatîk ên Tirkîyeyê li ser platformên navneteweyî werin nirxandin.
Tê gotin ku di civînê de dê nirxandina polîtîkayên ewlehiyê û xebatên ku di çarçoveya armanca "Tirkîyeya Bê Teror" de têne kirin jî hebe.
Ji aliyê din ve, tê texmînkirin ku endamên kabîneyê amadekariyên Lûtkeya NATOyê ya ku tê plankirin di meha Tîrmehê de li Enqerê were lidarxistin jî binirxînin. Tê destnîşankirin ku di civînê de aliyên ewlehî, dîplomatîk û rêxistinî yên lûtkeyê wê werin nîqaşkirin.
Piştî civîna kabîneyê, tê texmînkirin ku Serokkomar Erdogan derbarê biryarên hatine girtin û mijarên di rojevê de ne de daxuyaniyan bide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli bang li welatiyan kir ku li hember şewatên daristanan baldar bin û got, "Werin em li daristanan an jî li deverên vekirî agir pê nexin. Werin em ji hemû çalakiyên ku dikarin bibin sedema şewatê dûr bisekinin."
Di bernameya "Ez Bi Niyet im Ku Xwe Digirim, Fermana Te Fermana Min e" de ku ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatî organîzekirin, bi sedan keçên ciwan kêfa lixwekirina hicabê tehm kirin.