Li 18 bajaran barana zêde tê texmînkirin: Talûkeya lehîyê heye
Meteorolojiyê ji ber baran û bahozên zêde yên ku tê texmînkirin ji bo 18 bajaran hişyariya zer da. Ji bo 9 navçeyên Muxlayê hişyariya porteqalî hat dayîn.
Ji ber barana zêde ya ku tê texmînkirin tesîrê li seranserê Tirkîyeyê bike, hişyariya meteorolojiyê hat dayîn. Tê pêşbînîkirin ku baran li herêmên Ege û Behra Spî û her wiha li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zêde bibe.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji welatiyan xwest ku li hember lehîyên ji nişka ve, lehîyên avê û astengiyên gengaz ên veguhastinê baldar bin.
Li gor nirxandinên meteorolojiyê li Xarpêt, Dêrsim, Çewlig, Entab, Riha, Dîyarbekir, Mêrdîn û Êlihê, li rojhilatê Mereş û başûrê Meletîyê jî baraneke gur bibare.
Li bajara Semsûrê, her wiha li bakurê Rihayê û beşên bakur û rojavayê Dîyarbekirê baraneke giran tê texmînkirin.
Bajarên ku Meteorolojiyê ji bo wan hişyariya koda zer daye ev in:
Semsûr, Aydin, Burdur, Dîyarbekir, Entab, Mêrsîn, Meletî, Mêrdîn, Dêrsim, Êlih, Entelya, Çewlig, Denîzlî, Xarpêt, Isparta, Îzmîr, Mereş û Riha. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gundê Sarimbeyê yê navçeya Yozgatê, ji ber lêdana birûskê agir bi qasî 500 ton balîyên giya şewitî. Di şewata ku ji aliyê ekîbên îtfaîyeyê ve hat kontrolkirin de ti kes nemir û birîndar nebû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêya Duşerîdî ya Şêxan-Baadrê bi merasîmekê vekir. Barzanî di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku digel hemû astengiyan jî xebatên avakirin û geşepêdana Kurdistanê ew ê berdewam bikin.
Li navçeya Kepez a Entelyayê di herêmeke şantîyeyê de bablîsokek tesîrdar bû, di encamê de 4 karker canê xwe ji dest dan, karkerek jî birîndar bû.