Li Afyonkarahîsarê mînîbus wergeriya: 25 birîndar
Li navçeya Şuhut a Afyonkarahîsarê mînîbusek wergeriya û kete geliyê, li gorî agahiyên destpêkê 25 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Şuhut-Dinar, nêzîkî bajarokê Karadilliyê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, mînîbusa bi plakaya 03 SK 073, ku nasnameya şofêrê wê nayê zanîn, ji ber sedemek nediyar ji kontrolê derket û wergeriya nav xendekê.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kermesa ku ji hêla Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ve ji bo piştgiriya malbatên bê dê, bêkes û feqîr tê lidarxistin, li Meydana Şêx Seîd a navçeya navendî ya Sûrê dest pê kir.
Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejayî û Midûriyeta Giştî ya DİSKÎ ragihand ku rêya Farqînê ji ber nûjenkirina xeta kanalîzasyonê û xebata çêkirina rêya asfaltê ji bo 20 rojan ji trafîkê re girtî ye.
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, rapora tehmînên hewayê yên seranserê welat parve kir.