Li Colemêrgê mînîbûs û qamyon li hev qelibîn: 3 mirî, 2 birîndar
Li navçeya Gevera Colemêrgê mînîbûsek û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza, di saetên serê sibehê de li Rêya Derdor a Geverê qewimî. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mîbûseke bi plaqeya 27 ACR 802 ya ku aîdê fîrmayeke Wanê ye bi qamyonekî ve li hev qelibîn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Di encama qezayê de Orhan Ongan û Îlyas Çavunt li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dan, 3 kesên dinê jî birîndar bûn û ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê re hatin rakirin.
Şofêrê qamyonê jî li cîhê xwe asê mabû û ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat derxistin.
Hat hînbûn ku Sabrî Ova jî li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da û bi tevî Ova hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 3 kesan, hêj tedawîya 2 birîndarên dinê jî berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkara Miftiyê Bajarê yê Rihayê Zeynep Kaya Demirtaş, diyar kir ku qursên Quranê yên havînê di pêşveçûna dînî û exlaqî ya zarokan de roleke girîng dilîzin û got ku ev qurs ne tenê perwerdehiya Quranê didin, lê di heman demê de zanîna dînî ya bingehîn, exlaqê baş û jiyana mînakî ya Hezretî Muhammed jî fêrî zarokan dikin.
Wezareta Parastina Neteweyî di brifînga xwe ya heftane de ragihand ku 376 kes li ser sînoran hatine girtin, 6 endamên PKKê teslîm bûne û 778 kîlogram madeyên hişber hatine desteserkirin.
Dikandarên li Taxa Çarşi ya Êlihê, li ser Kolana Mehmet Sîncar, diyar kirin ku qerebalixiya trafîkê û pirsgirêkên parqkirinê tesîreke xerab li ser karsaziyên wan dike, dibe sedema windakirina xerîdaran, û ji rayedaran çareseriyek mayînde xwestin.