Li dijî FETO di 39 bajaran de operasyon: 103 binçavî
![Li dijî FETO di 39 bajaran de operasyon: 103 binçavî Li dijî FETO di 39 bajaran de operasyon: 103 binçavî](/img/NewsGallery/2025/2/15/442733/FeaturedImage/a907152b-4389-4d0f-a5eb-452c7c7586ad.webp)
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir daxuyand ku di encama operasyonên ku li 39 bajaran de dijî FETO hat kirin de 103 kes hatin binçavkirin.
Li dijî FETO di 39 bajaran de operasyon hat lidarxistin.
Di operasyonên “Kiskaç-39” a ku ji teref cendirme ve di hefteyekî dawî li dijî FETO li 39 bajaran hat kirin de 103 şikdar hatin girtin.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir daxuyand ku operasyon li bajarên Edene, Semsûr, Amasya, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bîlecîk, Bolu, Bursa, Çeneqele, Denîzlî, Edîrne, Eskîşehir, Elezîz, Erzîncan, Entab, Xetay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Qarabuk, Qeyseri, Qirikkale, Qocaeli, Qonya, Kutahya, Meletî, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Osmanîye, Samsûn, Sîwas, Sînop, RIha, Tekirdag, Tokat û Yozgatê hatine kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojnameger-Nivîskar Yildiray Ogurê ku di “Komxebata Çareserîya Însanîya ji bo Meseleya Kurd” a HUDA PARê de peyivî û destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya hêza însanî û siyasî ya Kurdan "çek" e û bal kişand ser rola çêker a HUDA PARê ya di çareseriya meseleya Kurd de.
Ulema, sîyasetmedar û nivîskarên ku beşdarî “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” a ku HUDA PARê li Dîyarbekirê tertîp dike bûn tespîtên muhîm kirin, destnîşan kirin ku divê mafên bingeh û azadîyên Kurdên ku li erdnigarîyên cuda dijîn ji Wan re bêne dayîn.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di “Komxebata Çareserîya Însanîya ji bo Meseleya Kurd” a ku partîya wî li dar dixe de peyivî û got, “Divê em meseleya xwe bi rêya aştîyê di bingeha edaletê de çareser bikin. Ji ber ku encama pirsgirêkê bêçareser mayî; erdnîgariyek nerehet ku ji mudaxeleyên emperyalîst, nifşên windabûyî û hilweşîna aborî re vekirî bûye.”
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, daxuyand ku ew ê bi Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan re were cem hev.