Li Mêrdînê di navbera du koman de şerê çekdarî: 5 birîndar
Li navçeya Dêrika Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Şer, di derdorê saet 12.30an de li Taxa Kuşçu ya navçeyê qewimî.
Li gorî agahîyan di navbera du koman de bi nîqaş derket û di demeke kurt de ew nîqaş bi derxistina çekan ji şerê çekdarî re vegerîya. Di encama şerê çekdarî de Ş.K. (37) R.K. (60) B.D. (23) M.D. (27) û Z.D. (48) birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê re hatin rakirin.
Derheqê şerê çekdarî de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli bang li welatiyan kir ku li hember şewatên daristanan baldar bin û got, "Werin em li daristanan an jî li deverên vekirî agir pê nexin. Werin em ji hemû çalakiyên ku dikarin bibin sedema şewatê dûr bisekinin."
Di bernameya "Ez Bi Niyet im Ku Xwe Digirim, Fermana Te Fermana Min e" de ku ji hêla Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatî organîzekirin, bi sedan keçên ciwan kêfa lixwekirina hicabê tehm kirin.
Kabîneya Serokkomariyê, di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de îro li Beştepeyê ew ê bicive. Tê texmînkirin ku di civînê de "rewşa dawî ya aborî, hewldanên têkoşîna li dijî terorê û pêşketinên herêmî" werin nirxandin.