Li Meletiyê di êrîşa çekdarî ya li dijî malekê de 2 kes hatin binçavkirin

Di êrîşa çekdarî ya li dijî malekê ya li navçeya Battalgaziyê ya navendî de 2 şikdar hatin binçavkirin.
Bûyer, li Taxa Paşakoşkû ya Navçeya Battalgaziyê pêk hat.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin mirovekî bi navê M.Î. ji polîsan re ragihand ku gule li mala wî hatiye reşandin.
Dema ekîban li malê lêkolîn kirin, hat tespîtkirin ku gule li camê ketine.
Ekîbên polêsan ji bo girtina failên ku piştî bûyerê revîyabe biqefêlin dest bi xebatê kirin.
Di çarçoveya tehqîqatê de kesên bi navê S.A. û K.M.A. yên ku nasnameya wan diyar bû hatin girtin û binçavkirin.
Hate hînbûn ku bûyer ji ber lihevnekirina bazirganiyê derketiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê ji ber xebata rê çûnûhatina rê di yek şerîdê de dihat kirin, di rêya teng de du tir li hev qelibîn. Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.
HUDA PARê ji bo parastina malbatê û û ji bona ku sapixtî sûc bê hesibandin pêşnûmeqanûn pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Di hinceta pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku divê pêşî li xerakirina exlaqî bê girtin û propagandaya jirêderketîyan bê qedexekirin.
Li Sêwasê 2 wesayîtên ku di heman rêyê de diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.