Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 10 mirî gelek birîndar
Li wîlayeta Taraba ya Nîjeryayê, di êrîşeke çekdarî de deh kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Polêsê Wîlayeta Tarabayê Vîktor Mşelîzah, diyar kir ku endamên çeteyên çekdar li gundê Binnari yê wîlayetê gule li xelkê reşandine.
Mşelîzah destnîşan kir ku di êrîşê de 10 kes hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne.
Mşelîzah diyar kir ku êrîşkar pir bûn û êrîşî gund kirin, bi tundî gulebaran kirin, ev jî di nav gundiyan de bû sedema panîkê.
Mşelîzah diyar kir ku hêzên ewlehiyê bo cihê bûyerê hatine şandin û lêpirsîna bûyerê hatiye destpêkirin.
Ji aliyê din ve, di raporên medyaya neteweyî de hat îddîakirin ku di êrîşê de 37 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Beqayî diyar kir ku Îranê qet maseya mizakereyan terk nekiriye, û pirsgirêk israra Emrîkayê ya li ser daxwazên yekalî ye.
Ukrayna ji bo bidawîanîna şerê di navbera Emrîka û Rûsyayê de, civînek li dar dixe.
Li wîlayeta Qinghai ya li bakurê rojavayê Çînê di mezinahîya 5,3yan de erdhejek qewimî.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê bûne sedema şehîdbûna 74 hezar û 540 Filistîniyan û birîndarbûna 175 hezar û 678 kesên din.