Li Rihayê 3 karker di bin axê de man û canê xwe ji dest dan

Li Serê Kanîya Rihayê 4 karker di bin kavilan de man, di encamê de 3 karker canê xwe ji dest dan, karkerek jî birîndar bû.
Bûyer, li Taxa Bahçelîevlera Serê Kanîyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 4 karkerên ku xebata qenalîzasyonê dikirin, ji ber herikîna axê di bin axê de man.
Mirovên derdorê, ji bona ku karkeran xelas bikin dest bi kar kirin û ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Walîyê Rihayê Hasan Şildak, derheqê bûyerê de ji qenalekî televîzyonê re agahî da.
Walî îfade kir ku 4 karker li alîyê TOKÎyê di dema xebata binesazîya înşeatê de di bin axê de man.
Hat destnîşankirin ku Engîn Çelîk, Halîl Kartal û Abdulqadîr Altinsoz ji bin axê hatin derxistin û ji Nexweşxaneya Dewlet a Serê Kanîyê re hatin rakirin, lê ew digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku karkerê dinê hêj di nexweşxaneyê de ye û tedawîya wî berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zarokên ku beşdarî bernameya Mewlûda Nebî ya li navçeya Cizîra Şirnexê bûn, ji bo amadekirina beranmeya Mewlûda nebî teşekkurî Weqfa Evîndarên Pêxember kirin.
Ji teref Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ve ji bo parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Êlihê ba û bagereke xurt hat ragihandin; Ji bilî van parêzgehan, ji bo Sêrtê jî hişyariya barkirina tozê hat dayîn.
Di lêpirsîna rişwetê ya li dijî wezîfedarên muhafazayê gumrikêya li Li Derîya Sînorêya Kapikuleya Edîrneyê de, ji 350 şikdarên derheqê wan de qerara girtinê hatibû dayîn 38 kesên hatin girtin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kamyonek li tankerekê qelibî û wergeriya, zarokê 2 salî canê xwe ji dest da û dê û bavê wî jî birîndar bûn.