Meteorolojî ji bo tozê hişyarî da

Ji teref Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ve ji bo parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Êlihê ba û bagereke xurt hat ragihandin; Ji bilî van parêzgehan, ji bo Sêrtê jî hişyariya barkirina tozê hat dayîn.
Di daxuyaniye ji teref Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ve hat ragihandin ku îro ji danê nîvro pê ve li navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn, Hezro, Lice û Qulpa Diyarbekirê û li temamê Mêrdîn, Riha, Şirnex û Êlihê Êlihê ba û bagereke xurt wê çêbibe.
Her wiha hat ragihandin ku, li temamî bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Êlihê û Sêrtê barkirina tozê dibe ku bibe.
Ji ber tozê were barkirin, pêwîste rayedarên peywendîdar û welatî li hember tesîrên xerab ên wekî kêmbûna kalîteya hewayê û kêmbûna dîtinê baldar û hişyar bin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Taxa Sariz a Qeyserîyê ji teref kûçikên bêxwedî ve êrîş li Mustafa O. yê 72 salî hat. Mustafa O. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Bi minasebeta bernameya Mewlûda Nebî ya ku wê di 20ê Nîsanê roja Yekşemê de ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê tertîpkirin, dikandarên ku li navçeya Rezan telefonan dikirin û difiroşin, ji bo bernameya Mewlûdê ya taybet ji sedî 30 erzanî li ser xemlandinên telefonan dan destpêkirin.
ÎTTÎHADUL ULEMA ji bo bernameya Mewlada Nebî ya ku roja Yekşemê li Diyarbekirê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin daxuyanî da û hemû gelê Diyarbekirê vexwend bernameyê.
Li Dîyarbekirê otobûseke aîdê Şaredarîya Bajarê Mezin û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.