Saglam: Em ê di komxebatê de derheqê meseleya Kurd de çareserîyan bibînin
![Saglam: Em ê di komxebatê de derheqê meseleya Kurd de çareserîyan bibînin Saglam: Em ê di komxebatê de derheqê meseleya Kurd de çareserîyan bibînin](/img/NewsGallery/2025/2/15/442729/FeaturedImage/594c4995-8e77-47db-9ba3-a82a1d4894a3.webp)
Alîkarê Serokê Giştî û Serokê Karên Hiqûq û Mafên Însanî yê HUDA PARê Îshak Saglam, “Ger ku meseleyek bi navê meseleya Kurd hêna jî di rojeva raya giştî de be, pirsgirêkek heye û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.”
“Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” ku ji teref HUDA PARê ve îro û sibe li Dîyarbekirê tê tertîpkirin, bi beşdarbûna gelek alim, dozvan û sîyasetmedaran ve dest pê kir.
Rûniştina yekemîn a komxebatê bi pêşkêşvanîya Fatîh Taş û xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Dûre jî axavtinên silavdayînê hatin kirin.
Alîkarê Serokê Giştî û Serokê Karên Hiqûq û Mafên Însanî yê HUDA PARê Îshak Saglam, di axavtina ku kir de destnîşan kir ku koka meseleya Kurd heta 100-150 sal berê diçe.
Îshak Saglam, bibîrxist kir ev mesele bi taybetî di nav 100 sala dawîn de bû sedema mirin û birîndarbûna bi sedhezaran însanan, bû sedema koçkirin û cudaketina ji war û welatên xwe yên bi sedhezaran însanan.
Saglam di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku ji ber ev meseleyê bi hezaran gund hatine valakirin, bi sedmilyar dolaran zerara aborîyê çêbûye, ev mesele bûye sedema bêkarî, feqîrî û herî mûhîm jî bûye sedema pirsgirêka tunebûna hêvîyên însanan.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, “Li gorî hinekan meseleya Kurd nîşana paşvemayîna aborî ye, li gorî hinekan pirsgirêka teror û şîddetê, li gorî hinekan ji bo xerakirina hizûra welatê me argumanekî hêzên emperyalîstan, li gorî hinekan pirsgirêka edaletê, li gorî hinekan tehekkûkkirina hiqûqa biratîyê ye… em dikarin vê lîsteyê dirêj bikin.”
“Ger ku meseleyek bi navê meseleya Kurd hêna jî di rojeva raya giştî de be, pirsgirêkek heye û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin”
Saglam îfade kir ku li ser meseleya Kurd hema hema tiştek nema ku bê axavtin, “Gotinê kî hebe xeber daye. Yên ku gotinên wan hene jî ji meseleyê re ji alîyê xwe nihêrtin, sedem û encamên meseleyê tehlîl kirin û li gorî vêya çareserîyan anîtin û yên ku desthilatekî di destê wan de hene jî vana dest bi tetbîqkirinê kirin.”
Saglam bal kişand ku di vê cîhê ku em hatine de axavtina vê meseleyê nîşan dide ku ev mesele baş nehatîye xwendin, rê û metodên ku hatine tetbîqkirin rast nînin û çareserîyê neanîtine, “Ev jî rastîyeke ku meseleyekî 100-150 salî bi midexeleya demî û pansumanan nayê çareserkirin. Ger ku meseleyek bi navê meseleya Kurd hêna jî di rojeva raya giştî de be, pirsgirêkek heye û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji ber vê yekê emê xeber bidin, mizakere bikin, îstîşare bikin, em ê yên ku derdên wan hene jî wan ji wan gohdar bikin û çareserîyan çêbikin. Em ê îro li vê derê van derdan biaxivin, sedeman lêkolîn bikin, encaman biaxivin û bi eqlekî hevpar rêyên çareserîyê derbixin holê. Em ê bi distûra ‘Însanê herî bixêrtir yê ku feydeya wî ji însanan re heye ye’ di nav vê du rojan de ji bona ku ji însanên xwe re feydedar bibin ji meseleyeke herî muhîm ku yek ji meseleya pirsgirêkên me ye re biaxivin û çareserîyan çêbikin bi îzna Xwedê.”
Saglam di axavtina xwe de ji hemû beşdarvanên ku destekê dane komxebatê re teşekuran kir, “Hemû kesên ku beşdarî vê komxebatê bûne wek akademîsyen, alim, sîyasetmedar û rîspîyan ew ê vê meseleyê tehlîl bikin û derheqê vê meseleyê de pêşnîyarên çareserîyê bidin û ew ê vana jî cudahîyê nîşan bidin. Ev hisûsekî tebiî ye. Ew ê herî muhîm xeyreta gohdarkirina van cudahîyan û di warê lêgerîna çareserîyê de eqlekî hevpar e. Ger ku em vêya dikaribin çêbikin gihaştina me ya ji çareserîyê re hêsan û erênî be.”
Saglamê ku derheqê komxebatê de daxuyanîyê da weha axivî:
“Em wek HUDA PAR meseleya kurd wek yek ji pirsgirêkên herî girîng ê welat ên ku divê bê çareserkirin dibînin, ji ber vê yekê hem di bernameya xwe de hem jî di çalakî û xebatên xwe de cihekî taybet ji vê mijarê re veqetînin. Ji ber vê sedemê jî mijareke ku timî di rojeva me de ye. Me di sala 2015an de bi tevlêbûna gelek komele û weqfan lêkolînek bi vî rengî kir. Di nav me de hinek ji me hene ku di sala 2015 de beşdarî çalakîyê bûne.
Bi rastî, me vê komxebata ku îro tertîp dikin plan dikir ku îro di Payiza 2023an de li dar bixin. Di merhaleya amadekariyê de, Tofana Eqsayê ya 7ê Cotmehê weke ku li tevahiya welat pêk hat, piraniya rojeva me me jî tesîrdar kir. Bi vê minasebetê çalakîya me salekê zêdetir hat taloqkirin.
Ew ê komxebata me bi 4 rûniştinê bê tertîpkirin. Wê di her rûniştinê de 4 pêşkêşî hebe. Di tevahîyê de ew ê 16 teblîx bêne pêşkêşkirin. Her rûniştinek wek seat û nîvekî hatîye plankirin. Ji bona ku wext bi feydeyî bê şixulandin divê dîqet li wextê bê kirin.
Vê êvarê di seat 19.00an de civînekî me ya Maseya Gilover heye. Ew ê di du odeyên cuda de bê tertîpkirin. Ew ê axavtinên di van odeyan de bêne qeydkirin û di kitêba ku wê piştî komxebatê bê amadekirin de cîh bigre. Em nêrîn û pêşniyarên çareseriyê yên li dora maseya gilover hatine gotin jî bi qasî gotarên ku li vir hatine pêşkêş kirin bi nirx û girîng dibînin. Em hêvî dikin ku hemî beşdarên hêja yên li vir beşdarî odeyên maseya gilover jî bibin.
Înşaallah komxebata me roja Yekşemê saet 15:30an bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojnameger-Nivîskar Yildiray Ogurê ku di “Komxebata Çareserîya Însanîya ji bo Meseleya Kurd” a HUDA PARê de peyivî û destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya hêza însanî û siyasî ya Kurdan "çek" e û bal kişand ser rola çêker a HUDA PARê ya di çareseriya meseleya Kurd de.
Ulema, sîyasetmedar û nivîskarên ku beşdarî “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” a ku HUDA PARê li Dîyarbekirê tertîp dike bûn tespîtên muhîm kirin, destnîşan kirin ku divê mafên bingeh û azadîyên Kurdên ku li erdnigarîyên cuda dijîn ji Wan re bêne dayîn.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di “Komxebata Çareserîya Însanîya ji bo Meseleya Kurd” a ku partîya wî li dar dixe de peyivî û got, “Divê em meseleya xwe bi rêya aştîyê di bingeha edaletê de çareser bikin. Ji ber ku encama pirsgirêkê bêçareser mayî; erdnîgariyek nerehet ku ji mudaxeleyên emperyalîst, nifşên windabûyî û hilweşîna aborî re vekirî bûye.”
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, daxuyand ku ew ê bi Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan re were cem hev.