Şehîd Aytaç Baran di 11emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bîranîn
11 sal di ser şehadeta serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran ku di 9ê Hezîrana 2015an de di êrîşeke çekdarî ya ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin re derbas bûn. Aytaç Baran, mamosteyê Yasîn Boru, ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de - ku yek ji rûpelên xwînî yên dîroka PKKê ye - dema ku goştê qurbanê belav dikir şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de bi bernameyek ku ji aliyê Platforma Karwana Şehîdan û Cemiyeta Mustezefan ve hatiye lidarxistin, hat bîranîn.
Bernameya ku li ser gora wî li Goristana Nûjen a Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Dîyarbekirê hate lidarxistin, bi xwendina Yasîn-î Şerîf dest pê kir.
Piştî xwendina Yasîn-î Şerîf, Îbrahîm Yaz li ser navê Platforma Karwana Şehîdan axivî û behsa girîngiya rojê kir.
Yaz got: “Xwişk û birayên hêja, bi rastî 11 sal derbas bûn. Yazdeh sal berê, dîsa wekî îro di rojekê Sêşemê piştî nîvro de, xebera şehadeta birayê me yê hêja hat. Ew mamostayê me yê hêja ku gelekî wê dixwest, gelekî wê hêvî dikir û her dem ji Xwedê dixwest; ji her dost û her birayî ku didît re, digot: “Ji bo Xwedê dua bikin ku ez bibim şehîd.” Ew gihîşt daxwaza xwe, gihîşt murada xwe. Em şahid in, ey Xwedê! Wan wezîfeyên xwe bi cih anîn. Em şahid in, ey Xwedê! Wan, digel hemû tehdîdên zaliman û dijminên Îslamê, serî ne dan, paş ne vekişiyan, newestiyan, teslîm nebûn û heta demê dawî ala tewhîdê bilind girtin. Di vê rêyê de canên xwe qurban kirin. Wan peymana xwe pêk anîn. Wan bi ahda xwe vefadar man.
Xwişk û birayên hêja, em niha li ber şehîdên hêja yên Îslamê ne. Ew di demên herî xerab de, di şert û mercên herî dijwar de, di demên ku mirov bi zorê li ser lingan dima de, di demên ku mirov ditirsiyan de, di demên ku dizanîn gotina “Allah” xwedî bedelek e de; tu carî, qet û qet ji doza xwe dest bernedan. Ew teslîm nebûn.”
“Ev doz gelek mezin e. Pêdivî ye em herî başên xwe qurban bikin”
Îbrahîm Yaz di berdewama axavtina xwe de derheqê ehemmîyeta vê dozê de jî axivî û tiştênku hewcene were kirin qal kir:
“Em di demekê de dijîn ku di erdnigarîya Îslamê de, tevî ku nifûsa ummetê yek nîv heta du milyar e, tenê çend Xezzeyî li ser lingan mayî ne û berxwedan û têkoşîn dikin. Em di demekê de ne ku mirov ketine rehwetê, hema bêje dinyayê perestî dikin, mirov westiyaye, ketine nav westandina derûnî, hişmendiya şehadetê ji dest dane, ji rehetiya xwe hez dikin û dixwazin bi jiyanê xizmeta Îslamê bikin. Lê ew, bi mirinê, bi qurban kirina canên xwe, bi fedakirina herî hêja yên xwe, hewl didin ku vê rastiyê ji me re îspat bikin. Ew li pey şehîdên rêber ên ku digotin: “Ev doz gelek mezin e. Pêdivî ye em herî başên xwe qurban bikin.” meşiyan. Û tu carî vê alayê danexistin, xwişk û birayên hêja.
Tevî ku salan li Medreseya Yusufiyê ma, tu roj gazindeyî nekir, tu roj serhildan nekir, tu roj nepirsî: “Çima?” Çimkî ew dizanîn ku ev doz bedel dixwaze. Çimkî ew dizanîn, ew û yên mîna wî dizanîn ku ev doz bê bedel nabe, bê cefa nabe. Va ye, ew çûn, lê li pey xwe sedan û hezaran Yasîn, hezaran Aytaç, hezaran Turan, Hasan û Huseyn hiştin û çûn.”
“Ew ji bona ku şehîd bibe ji Xwedê daxwazîyan dikir”
Îbrahîm Yaz di demên dawî yên şehîd jî hinek mînakan qal kir û got ku şehîd xwestîye ku bila ew di vê rê de şehîd bibe, “Sond bi Xwedê, me di hemû merhaleyên jiyana wî de ev eşqa wî ya şehadetê, ev eşqa wî ya doza xwe, ev eşqa wî ya xizmetê her dem didît. Di her rewşê de, ew tu carî xwe, malbata xwe û hemû yên ku jê hez dikir li ser doza xwe neanî. Tu carî armancekî dinyayî an mebestekî dinyayî tunebû. 24 saet berî şehadeta xwe, li ser gorekê destên xwe rakir û got:
‘Ey Xwedayê min, bi hurmeta vê xwîna pîroz a şehîdan... Ey Xwedê, bi hurmeta vê xwîna pîroz a seydayê me, min jî bixe nav wan. Min jî tevlî karwanê şehîdan bike. Ez êdî ji vê dinyayê westiyame. Ji ber vê yekê ey Xwedê, duaya min qebûl bike.’
Xwişk û birayên hêja, 24 saet berî şehadeta xwe, roja Duşemê ber bi sibehê ve, bi hevalê xwe re çû goristanê û vê duayê kir. Bêyî ku 24 saet derbas bibin, xebera şehadeta wî hat.”
Herî dawîn Îbrahîm Yaz weha axivî:
“Wê demê, ji bo ku em bi awayekî xurt bi vê doza ku ji me re wek emanet hatiye hiştin ve girêdayî bimînin, em di çi hewldanê de ne? Em di çi eşqa xizmetê de ne? Va ye, emaneta wan îro li ser milên me ye. Ji bo Xwedê, ji bo xwîna pîroz a şehîdan, ji bo hurmeta wan; dema ku em ji vir derkevin, bila em hinekî bifikirin. Di vê pêşbaziya xizmetê de em li ku ne? Di têgihiştina xizmetê de em li ku ne? Pêdivî ye ku hemû me ji van tiştan dersên girîng bistînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê şewatek derket û bi qasî 300 donim zeviyên çandiniyê yên bi genim û ceh hatine çandin şewitî.
Rêwîtiya koçberiyê ya dijwar a masîyên Darex, ku cureyekî endemîk ê Gola Wanê ye, ber bi ava şirîn ve ji bo cotbûnê û veguhertina wê dîmenekî balkêş, li Bendava Masî ya Ercîşê bi eleqeyek mezin tê şopandin.
Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran ku di sala 2015an de li Dîyarbekirê di êrîşeke çekdarî ya PKKê de şehîd bûbû, di salvegera 11emîn a şehadeta wî de hat bîranîn. Endamê Meclisa HUDA PARê Faruk Dînç, helbesta ji îlahîya ku Baran di Meclîsê de got xwend.