Zarokê 4,5 salî ku kuçikên beredayî êrîş kiribû birîndar bû
![Zarokê 4,5 salî ku kuçikên beredayî êrîş kiribû birîndar bû Zarokê 4,5 salî ku kuçikên beredayî êrîş kiribû birîndar bû](/img/NewsGallery/2025/2/15/442726/FeaturedImage/23eff819-369a-4d11-a6c4-97e105d18ca2.webp)
Zarokê 4,5 salî yê ku li Semsûrê dema ku li kuçeyê dilîst rastî êrîşa kûçikên beredayî bû hat dermankirin.
Bûyer li Taxa Asfaltê ya navçeya Golbaşiyê pêk hat.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin O.C.Y ê 4,5 salî dema ku li ber deriyê mala xwe bi pismamê xwe re dilîst rastî êrîşa kûçikan hat.
Zarokê biçûk bi mudaxeleya derdorê ji êrîşa kûçikan xilas bû.
Zarokê ku birînên kûr li serê wî û gelek cihên laşê wî hebûn, hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê.
Piştî mudaxaleya ewil a li wir zarok hat sewqkirin nexweşxaneyeke taybet a Entabê û derzîlêdana tetanos û hiriyê bû.
Hat diyarkirin ku rewşa sihhetê ya zarokê di bin dermankirinê de ye giran e.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rojnameger-Nivîskar Yildiray Ogurê ku di “Komxebata Çareserîya Însanîya ji bo Meseleya Kurd” a HUDA PARê de peyivî û destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya hêza însanî û siyasî ya Kurdan "çek" e û bal kişand ser rola çêker a HUDA PARê ya di çareseriya meseleya Kurd de.
Ulema, sîyasetmedar û nivîskarên ku beşdarî “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” a ku HUDA PARê li Dîyarbekirê tertîp dike bûn tespîtên muhîm kirin, destnîşan kirin ku divê mafên bingeh û azadîyên Kurdên ku li erdnigarîyên cuda dijîn ji Wan re bêne dayîn.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di “Komxebata Çareserîya Însanîya ji bo Meseleya Kurd” a ku partîya wî li dar dixe de peyivî û got, “Divê em meseleya xwe bi rêya aştîyê di bingeha edaletê de çareser bikin. Ji ber ku encama pirsgirêkê bêçareser mayî; erdnîgariyek nerehet ku ji mudaxeleyên emperyalîst, nifşên windabûyî û hilweşîna aborî re vekirî bûye.”
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, daxuyand ku ew ê bi Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan re were cem hev.