Êrîşên Emrîkaya îşxalker ên li ser Yemenê didomin

Balafirên şer ên Emrîkayê rêze êrîşên esmanî yên nû li ser herêmên di bin kontrola tevgera Ensarullahê ya Yemenê de pêk anîn. Êrîşan paytext Sana û bajarên Maribê kirin hedef.
Li gorî agahîyên ku ji televîzyona El Masîra ya girêdayî Ensarullahê hat ragihandin, hêzên îşxalker ên Emrîkayê bi giştî 4 êrîşên hewayî li gundê Hurub ê girêdayî navçeya El-Hisn a Senayê û navçeya Meczer a Maribê kirin hedef.
Ev êrîşên han li gel 25 êrîşên li ser navçeya Et-Tuheyta ya Hudeydeyê û her du êrîşên li ser Maribê di rojên dawî de, diyar dikin ku êrîşên esmanî yên Emrîkayê ser Yemenê berdewam in.
Êrîşên Emrîkayê piştî ku Ensarullahê di 7ê Adarê de hişyarî dabû ku eger rejîma sîyonîst li ser astengkirina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê bidomîne, wê operasyonên deryayî ji nû ve bidin destpêkirin, zêdetir bûn.
Herî dawî hat ragihandin ku di êrîşeke din a Emrîkayê ya li ser Sanayê de 12 sivîl mirin û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Washingtonê derbarê êrîşan de hê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Ji cepheya berxwedanê peyameke bi biryar: Emrîka jî hedef e
Serokê Ensarullahê Ebdulmelik El-Hûsî di daxuyaniya xwe ya hefteyên dawî de diyar kir ku niha balafirên şer û keştiyên Emrîkayê rasterast hedefa Ensarullahê ne.
El-Hûsî got, "Heta ku êrîş bidomin, Emrîka dê li beravên Yemenê û dervayî wê ewle nebe," û anî ziman ku sînordarkirinên li ser deryavaniyê dê Washingtonê jî bigire nav xwe.
Ji aliyeke din ve Serokê Emrîkayê Donald Trump roja 15ê Adarê di nivîseke xwe ya li ser Truth Social de ragihandibû ku fermana “êrîşeke mezin” li dijî hêzên Ensarullah li Yemenê daye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li peravên Prachuab Kiri Khana Taylandê balafireke biçûk ket nav behrê, di encama qezayê de 6 polês canê xwe ji dest dan.
Serokkomarê Lubnanê Joseph Avn diyar kir ku divê rejîma sîonîst demildest ji herêmên ku li başûr îşxal kiriye vekişe.
Waîzê qaşo yê Kuweytî Lafî el-Azmî, îddîa kir ku li Filistînê cîhad tuneye û berxwedêrên li Xezzeyê jî wek “mişkên tinêlan” wesifand, ev jî ji teref derdorê Îslamî ve bû sedema bertekan.
Artêşa Emrîkaya îşxalker, bajarên Marîb û Amrana Yemenê hedef girt, 6 êrîşên asîmanî li dar xist.