Ambargoya li Şerîaya Rojava di roja xwe ya 7an de ye
Dorpêça artêşa îşxalker a li ser bajarê El Xelîlê ketiye roja xwe ya heftemîn. Her çend deriyên sînor ên li Bajarê Kevin girtî ne jî, Filistînî li xalên kontrolê tên rawestandin û lêgerîn.
Artêşa îşxalker dorpêçkirina El Xelîlê û deverên derdora wê li başûrê Şerîaya Rojava îşxalkirî dagirkirî ji bo roja heftemîn berdewam kir.
Li herêma Bajarê Kevin ê bajêr, xalên ketinê bi deriyên hesinî hatine girtin û hate ragihandin ku Filistînî li xalên kontrolê yên leşkerî hatine rawestandin, lêgerîn û muameleya xerab li wan hatiye kirin.
Operasyonên leşkerî yên ku heft roj in li navenda bajêr û derdora wê berdewam dikin, bi êrîş û serdegirtinan re têne lidarxistin.
Li gorî agahiyan, hêzên îşxalker derbasbûnên li herêmê sînordar kirine û destwerdanên xwe yên li dijî Filistîniyan berdewam kirine.
Li Bajarê Kevin ê El Xelîlê, hêzên îşxalker li hinek xalên kontrolê deriyên hesinî danîne.
Li herêma ku derbasbûn ji aliyê van deriyan ve hatine astengkirin, nuqteyên kontrolê yên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên îşxalker ve hatine danîn, xebatên xwe didomînin.
Li gorî agahiyan, Filîstînî li nuqteyên kontrolê hatine rawestandin û lêgerîn lê hatiye kirin.
Kiryarên leşkerên îşxalker ên li dijî sivîlan li xalên kontrolê yên li El Xelîlê jî hatin kişandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa îşxalker herêma Eyn Dêr Behha ya li El Xelîlê, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, wekî herêmeke leşkerî ya girtî ragihand.
Di êrîşeke çekdarî de li wîlayeta Kebbi ya Nîjeryayê, 12 kes, ku yek ji wan polês bû, hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Baran û lehîyên dijwar ên ku tesîrî bajarên cuda yên Sûrîyeyê kirin, bûn sedema mirina mirovan. Wezareta Rewşên Awarte û Bersivdayîna Karesatan a Sûrîyeyê ragihand ku herî kêm 5 kes ku di nav de 4 zarok bûn, di lehîyê de mirine û 5 kesên din jî winda ne.