Çapemenîya îşxalê peymana Îranê rexne dike: "Teslîmbûneke şermok"
Peymana çarçoveyî ya di navbera Emrîka û Îranê de di çapemeniya îşxalê de bû sedema nîqaşeke tund. Rojname û televîzyonan îddîa kirin ku Tel Aviv ji pêvajoyê derketiye, di heman demê de hinek şîrovekaran peymanê wekî "şokek stratejîk", "teslîmbûnek şermîn" û "hilweşîna retorîka serkeftina tevahî" bi nav kirin.
Piştî peymana çarçove û mutebeqeta têgihîştinê ya di navbera Emrîka û Îranê de, rêze nirxandinên girîng di çapemeniya îşxalê de hatin weşandin. Her çend derdorên sîyasî û ewlehiyê şîrove kirin ku peyman berevajî hêviyên Tel Avîvê pêk hat jî, gelek nivîskar û analîstan ev pêşketin wekî têkçûnek dîplomatîk a cîddî ji bo hikûmeta Netanyahu hesibandin.
Di şîroveyên çapemeniya îşxalê de hate îddîakirin ku Serokê Emrîkayê Donald Trump di dema pêvajoya danûstandinan de îtîrazên Tel Avîvê paşguh kiriye û zext li Netanyahu kiriye ku peymanê qebûl bike. Hinek şîrovekaran diyar kirin ku tesîra Tel Avîvê di hevkêşeya herêmî de kêm bûye û ew nekariye roleke diyarker di pêvajoyê de bilîze. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Pakistanê, diyar kir ku peymana Emrîka-Îranê encama dîplomasiyê bû, ew ê ji merasîma îmzekirinê li Swîsreyê re mazûvanîyê bike.
Çavkanîyên tenduristîyê ya Xezzeyê, daxuyandin ku ji ber êrîşên rejima sîyonîst a ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmarê şehîdan li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 3 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 173 hezar û 252 kesan.
Li peravên parêzgeha Davao Oriental a li başûrê Fîlîpînan erdhejeke bi lerza 6.2 pileyî çêbû.