Li Xezzeyê hejmarê şehîdan 73 hezarî derbas kir
Çavkanîyên tenduristîyê ya Xezzeyê, daxuyandin ku ji ber êrîşên rejima sîyonîst a ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmarê şehîdan li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 3 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 173 hezar û 252 kesan.
Çavkanîyên tenduristîyê ya Xezzeyê, diyar kir ku hejmarê şehîdan û birîndaran ji ber êrîşên rejima îşxalker zêdebûnîya xwe berdewam dike.
Li gorî daxuyanîya dawîn, di nav 24 saetên dawîn de 6 şehîd ji nexweşxaneyan re hatin anîtin, şehîdek ji bin kavilan hat derxistin û tev de 7 şehîd û 6 birîndar hatin qeydkirin.
Bi tevî van şehîd û birîndaran ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ji ber êrîşên rejima îşxalker hejmarê şehîdan gihîşt 73 hezar û 3yan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 173 hezar û 252yan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Pakistanê, diyar kir ku peymana Emrîka-Îranê encama dîplomasiyê bû, ew ê ji merasîma îmzekirinê li Swîsreyê re mazûvanîyê bike.
Li peravên parêzgeha Davao Oriental a li başûrê Fîlîpînan erdhejeke bi lerza 6.2 pileyî çêbû.
Peymana çarçoveyî ya di navbera Emrîka û Îranê de di çapemeniya îşxalê de bû sedema nîqaşeke tund. Rojname û televîzyonan îddîa kirin ku Tel Aviv ji pêvajoyê derketiye, di heman demê de hinek şîrovekaran peymanê wekî "şokek stratejîk", "teslîmbûnek şermîn" û "hilweşîna retorîka serkeftina tevahî" bi nav kirin.