Pakistanê ew ê merasîma îmzekirinê li Swîsreyê mazûvaniya wê bike
Pakistanê, diyar kir ku peymana Emrîka-Îranê encama dîplomasiyê bû, ew ê ji merasîma îmzekirinê li Swîsreyê re mazûvanîyê bike.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf îro ragihand ku Pakistan ew ê roja Înê li Cenevreya Swîsreyê merasîma îmzekirina fermî ya peymana di navbera Emrîka û Îranê de li dar bixe.
Şerîf li meclisa jêrîn a parlementoya Pakistanê axivî û got ku mutabeqeta ku hatiye kirin ji mutabeqeteke dualî re di navbera herdu aliyan de bêtir serkeftinek dîplomatîk e.
Şerîf diyar kir ku pêvajoya aştiyê di gelek xalan de wekî ku ji rê derketiye xuya dike, lê hewldanên dîplomatîk ên berdewam alîkarî kirin ku pêvajo li ser rêça xwe bimîne, û her wiha got ku serokatiya Pakistanî di tevahiya pêvajoyê de bi awayekî çalak beşdar bûye û berdewam dike ku banga aramî, diyalog û çareseriyek aştiyane dike.
Şerîf di vê serdemeke dijwar de ji bo aramî, aqilmendî û pabendbûna wan a bi aştiyê re pîrozbahî li serokên Îranê kir, û pêşniyar kir ku divê Emrîkayê jî heman hewlê bide.
Şerîf got ku ev pêşketin girîngiya diyalog û destpêşxeriya dîplomatîk a kolektîf di çareserkirina nakokiyên navneteweyî yên aloz de nîşan dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çavkanîyên tenduristîyê ya Xezzeyê, daxuyandin ku ji ber êrîşên rejima sîyonîst a ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmarê şehîdan li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 3 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 173 hezar û 252 kesan.
Li peravên parêzgeha Davao Oriental a li başûrê Fîlîpînan erdhejeke bi lerza 6.2 pileyî çêbû.
Peymana çarçoveyî ya di navbera Emrîka û Îranê de di çapemeniya îşxalê de bû sedema nîqaşeke tund. Rojname û televîzyonan îddîa kirin ku Tel Aviv ji pêvajoyê derketiye, di heman demê de hinek şîrovekaran peymanê wekî "şokek stratejîk", "teslîmbûnek şermîn" û "hilweşîna retorîka serkeftina tevahî" bi nav kirin.