Çeteyên Cihûyî, li El Xelîlê êrîşê Filistînîyan kir: 1 şehîd, 8 birîndar

Çeteyên cihû yên sîyonîst, li bajaroka Surîfa başûrê Şerîaya Rojavayê Filistînîyên sîvîl hedef girt. Di encma gulereşandina rasterast de Muhammed Ahmed Mahmud El-Hurê 48 salî şehîd ket, 8 FIlistînî jî birîndar bûn. Rewşa hinek birîndaran giran in.
Li bajaroka Sufîya başûrê Şerîaya Rojavayê, dîsa dûçarê êrîşên şênîyên sîyonîstan bû.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di êrîşê de Muhammed Ahmed Mahmud El-Hurê 48 salî şehîd ket, 8 Filistînî jî birîndar bûn. Rewşa hinek birîndaran giran in.
Çeteyên Cihûyî, gule reşandin, leşkerên qaşo jî wan parastin
Li gorî agahîyên ku Serokê Şaredarîya Surifê Hazim Ganîmet de, bûyer li herêma “Karînat”ê çêbûye.
Cihûyîyên sîyonîst, bi tevî parastina leşkerên sîyonîstan erdên çandinîyê şewitandine. Li ser Filistînîyên ku şewatê vedimartin jî gule raşandin.
Birîndarên ku di êrîşê de birîndar bûbûn jî ji nexweşxaneyê derdorê re hatin rakirin, yên dinê jî li navendên tenduristîyê hatin tedawîkirin. Çavkanîyên herêmî îfade kirin êrîşdaran piştî bûyerê jî ji herêmê derneketine û di bin parastina îşxalkeran de bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gelê Îranê, li dijî destdirêjiya rejîma sîyonîst yekgirtî, li Tehranê û li giştîyê welat meşek hêrs û serkeftinê li dar xist.
Di demekê de ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Îranê didomîne, Emrîka û Elmanya 14 balafirên kargoyê yên leşkerî ji bona ku rasterast piştgiriyê bidin artêşa îşxalker şandin axên îşxalkirî. Hejmara giştî ya balafirên leşkerî yên ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştine rejîma sîyonîst ji 800î derbas bûye.
Rejima îşxalker li Xezzeyê herba xwe ya qirkirina didomîne. Di roja 95emîn de, herî kêm 95 Filistînîyên ku di nav wan de yên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene hatin şehîdkirin. Îşxalkerên sîyonîst, gelê ku dorpêç kirîye bi birçîbûnîyê dixwaze ku tune bike û cîhên ku gel li hêvîya alîkarîyê ne jî hedef digre.
Sîyonîstên îşxalker, di seatên serê sibehê de li dijî El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşeke berfireh da destpêkirin, di êrîşê de herî kêm 30 Filistînîyan êsîr girtin. Di êrîşan de gelek xanî hatin lêgerînkirin, nav malan hatin wêrankirin û hinek Filistînî hatin derpkirin.